Yekemîn rojnameya web ya jinên Kurd ya bi navê FemînKurd ku tenê jin tê de kar dikin û xîtabî jinan dikin dest bi weşanê dike. Rojnameya web ya FemînKurd ku navenda wê li Amedê ye dê nûçeyên derbarê jinên Kurd bingeh bigire, dê nivîsên Kurdî û Tirkî yên kategoriyên cûda jî cih bigirin.
Dê cih bide quncikên hiqûqê, karîkator, vîdeo, nûçe, quncik nivîs, platformên nîqaşê û her wiha dê cih bide arşîvên dijîtal yên weşanên periyodîk ku ji aliyê jinên Kurd ve hatibûn weşandin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Lijneya Weşana FemînKurdê ve hatî dayîn aşkera kir ku, armanca malpera ku ji aliyê jinên Kurdistanî ve hatî avakirin li dijî çapemeniya desthilata zilam, mejiyê zilam, helwesta zilam û hastên zilam ku jinê weke ‘fîguran-jina alîkar’ dibîne ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em îtîraza pesartina li ber siha derfetên zilam destûr dide û guncaw dîtî dikin. Em we vedixwînin qada jiyanê ya ku em lê temaşe dikin, rolên serek em in, senaryoya xwe em bi xwe dinivîsin û em bi xwe replîkên xwe dixwînin dikin.” Hate gotin ku, “hûn dikarin ji navnîşana www.feminkurd.net xwe bigehînin malperê.”