Femînîstên Parîsê: Berxwedana jinên Kurd îlhamê dide

Femînîstên Parîsê: Berxwedana jinên Kurd îlhamê dide

Heyetek jinan a ji 8 kesan pêk tê û ji Kolektîfa Jinan a Piştevaniya Kobanê ya ku jinên femînîst ên Fransayê ava kirin, ji bo bexwedana Kobanê hatin Pirsûsê û gotin berxwedana jinên Rojava û Kurdistanê îlhamê didin wan. Endamên Kolektîfê dan zanîn ku jinên Kurd modelên nû pêşkêşî wan dike û diyar kirin  armanca avakirina kolektîfê  piştevaniya ji bo berxwedana jinan a Kurdistan û Rojava ye.

Endamên Kolektîfa Jinan a Piştevaniya Kobanê ya Parîsê Brand Magdalena, Türkan Yıldız, Fauroux Clotilde, Atay Hazal, Ammour Samia, Baghali Hawzhin, Rostampour Samayeh û Samie Bertille, diyar kirin ku ji bo berxwedana jinên Kurd bilind bikin wê kampanyayan pêk bînin û gotin ku berxwedana jinên Kurd berxwedana enternasyolîst e û ew jî xwedî li vê berxwedanê derdikevin.

BERXWEDANA WAN ÎLHAMÊ DIDE

Brand Magdalena got ku têkoşîna jinên Kurd îlhamê dide wan û berxwedana jinên Kurd modelên nû pêşkêşî wan dikin. Magdalena got ku armanca avakirina kolektîfê ji bo piştgiriya berxwedana jinên Rojava û Kurdistanê ye.

EM MODELA JINÊN KURD FÊR DIBIN

Fauraoux Clotîlde jî diyar kir  bi aktîvîstên DOKH’ê re hevdîtin kirine, berxwedana jinên Kurd li Ewropayê zêde nayê dîtin û got: “Em wêneyên jinên Kurd dibînin lê modelên wan nizanin. Em dixwazin vê fêr bibin û jinên welatê xwe jî bikin nava tevgerê.  

Samîe Bertîlle jî axaftinek kurt kir û wiha got: “ Di kovarên modeyê de bi giştî jin wek mexdûr tên dîtin. Lê di bin berxwedana jinên Kurd de gelek tişt hene.“