Femînîstên 12 welatan tevlî bernameya Amargî ya ku bi navê Hevdîtina Femînistan ya Bê Sînor bûn. Femînîs bal kişand mîlîtarîzmê û têkoşîna ku li hemberî mîlîtarîzmê bê dayîn û da zanîn ku bi serdestiya mêr tu carî aştî pêk naye.
Ji hêla Amargiyê ve bernameya Hevdîtina Femînistan ya Bê Sînor hat lidarxistin û 12 welatan femînist tevli bernameyê bûn. Bername li Otela Taksîm Hillê hat lidarxistin. Bername dê 2 rojan dom bike, di beşa îro de mijara “Li dijî şer nêzîkatiya femînîzman” hat nîqaşkirin.
Hindekara Zanîngeha Bogazîçiyê Nukhet Sîrman axivî û diyar kir ku, di 30 salên dawiyê fikra antîmîlîtarîst her ku diçe zêdetir dibe, her wiha jin jî di nav vê de dengê xwe bilind dike. Sîrman, da zanîn ku şerê ku pêk tê tenê ne li ser kurdan, li ser dayikan li ser hemû jinan bi bandore û wiha got: “Her ku diçe şîdet, tirs, kîn û dijminatî tê normalîzekirin. Şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêdetir dibe.”
Ji zanîngeha London Cityê ya Îngîlistanê Cynthia Cockburn, da zanîn ku mîlîtarîzm û şer ji hêla zîhniyeta serdest ve hatiye afirandin û heta ku ev serdestiya mêr ji holê ranebe aştî pêk nayê. Cockburn, got ku ev wekî femînistên antîmîlîtarîst nêrîna van a li hemberî şer cuda.
PIRSGIRÊKEKE GERDÛNIYÊ
Aktîvîsta mafê mirovan ya îranî Parvîn Ardalan, got ku der barê şer û femînîzmê de gelek agahiyên van hene, lê pratîzekirina hevpar de qelsî dijîn. Ardalan, daxuyand ku li Îranê nîqaşên herî girîng derbarê şer de tê kirin, lê mîlîtarîzm li Îranê bûye bingehek. Ardalan, wiha axivî: “Li Îranê ji ber cil û bergen jinan her roj polîs û rayedarên dewletê êrîşê jinan dikin. Jinên îranî ji ber ku têkoşîna mafê xwe yê azadî digerin niha li girtîgehan de nin. Platformên femînîstan ên Îranê ji hêla jinên ku li dijî şer radiwestin pêk tê. Li Îranê li dijî şîdeta li hemberî jinê têkoşîneke mezin tê dayîn. Lê ev pirsgirêka Îranê nîne, pirsgirêkeke gerdûniye şîdeta li hemberî jinê.