Fattah a ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin, hate veşartin

Tschîman Fattah (31) a li bajarê Dortmûnd-Scharnhorst a Elmanyayê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, li Goristana Êzidî ya li Kolnê hate veşartin.

Cenazeyê Fattah a ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, ji aliyê malbatê û dostên wê ve hate veşartin.

Dayika Fattah di merasîmê de axivî û got: “Bila êdî tu jinên din neyên kuştin, qetilkirin, heta dawiyê em ê li pey şopa doza xwe bin.”

Di merasîma ku nûnerên saziyên jinan tevlî bûn de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ hate qîrkirin.

Tschîman Fattah 30’ê Cotmehê ji aliyê hevjînê xwe Nîbras Husseîn Jîndî ve bi kêrê hatibû qetilkirin. Fattah dayika du zarokên bi navê Jones (3) û Jason (6).

Rêxistinên jinan ên tevlî merasîma Fattah bûn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê daxuyaniyeke hevpar da. Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) , Tevgera Jinên Kurd ên Êzidî, (TJKE), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), CENÎ, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Cîhana Ji Nû ve Jiyînê, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (ADKH), Navenda Lihevcivîn a Jinan a Ûtamara û Jinên Nû tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 3 hefteyên dawî de li Elmanyayê 3 jin hatine qetilkirin, nerazîbûn nîşanî şideta û qetilkirina jinê hate kirin.

Li gorî daneyên Daîreya Asayîşa Federal (BKA) li Elmanyayê di sala 2015’an şideta li nava malbatê ji sedî 82 li ser jinê ye. Di sala 2016’an de, hewl hatiye dayîn ku 357 jin ji aliyê mêran ve bê qetilkirin û ji vna 149 jin hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em jin dibêjin, kuştina jinan polîtîk e, çareserî jî di rêxistinkirina jinê re derbas dibe. Em jinên Elmanya ji bo li dijî qetlîamên jinan xweparastinê hê bi rêxistin bikin û mezin bikin.”