Fadîleyê nekarî derdê xwe ji kesekî re bêje

Fadîleyê nekarî derdê xwe ji kesekî re bêje

Di dema xwe de yek ji keçên bedew ên Botanê bû. Di 12 saliya xwe de bi zora berdêlê bi pismamê xwe re zewic. Di şeva yekem a zewacê de ji malê reviya. Bavê wê jêre got; “Cihê te mala mêrê te ye” û dîsa ew şand ba mala hevserê wê.

Lê Fadîle her tim reviya. Malbata wê dît ku nekare çareyê bibîne Fadîla di 18 saliya wê de bi meleyê ku Erdîşa Wanê re zewicand. Mele hêwî anî ser Fadîleyê. Fadîleya ku ev yek qebûl nekir, gotin Fadîle ‘Dîne’ û avêtin timarxaneyê. Piştî ku ji Nexweşxaneya Aqil ya Elezîzê derket, çû cem malbata xwe ya Eruh a Sêrtê. Li vir rastî tecawîza fermandarê Qereqolê hat. Tecawîz vegot, her kesî dîsa got ‘Dîn e.’

Fadîlê nekarî derdê xwe ji kesî re bêjê….

Niha li kolanên Wanê Fadîleya ku temenê wê 60 derbas kiriye wekî ‘Fadîleya Dîn’ tê bang kirin.

Navê wê Fadîle Kayar e. Di sala 1942’an de li gundê Bozatli ya navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik dibe. Di 12 saliya wê de bi pismamê wê re bi berdêlî tê zewiciandin. Lê Fadîle hêj di şeva pêşî de direve. Bi zora malbata xwe dîsa Fadîleyê dişinin mala wê. Lê Fadîle dîsa 3-4 rojan dimîne û dîsa tê mala bavê xwe. Fadîle 6 salan li mala bavê xwe dimîne. Piştî vê malbat hêviya xwe dibire û Fadîleyê di sala 1960’î de bi meleyekê Ercîşa Wanê re dizewicîne. 5 zarokên wê çêdibin. Mele hêwiyê tîne ser Fadîleyê. Fadîle vê yekÊ qebûl nake û li ser vê hevserê wê wekî ku ‘Dîn e’ davêjin timarxaneyê.

Piştî ji nexweşxaneya Aqil derdikeve hevserê xwe û zarokên xwe dihêle û diçe mala bavê ya li Eruhê.

Fadîle jiene ku êdî zarok û hevserê xwe terk kiribû, jineke bêh bû. Rastî tecawiza Fermandarê qereqola gundê Bozatli tê. Bûyera tecawîzê ji bavê xwe re dibêje. Lê tu kes bawer nake…

Her kes dibêje ‘Fadîla dîn derewan dike.’ Di sala 1970’an cara duyemîn dişînin Nexweşxaneya Aqil a Elezîzê. Piştî ji nexweşxaneyê dertê ne bavê wê, ne jî hevserê wê qebûl dike. Tenê çareyek wê heye ku xwe bigihîne zarokên xwe. Ji Erûhê heta Wanê bi peyatî dimeşe û di mehekê de xwe digihîne Wanê.

Di rê de rastî tecawîza gelek kesan k udi nava wan de ajotkar, gundî, leşker, serxweş hebûn tê. Di encamê de xwe digihîne mala hevserê xwe. Tenê armancek wê heye zarokên xwe bibîne. Li wê malê di govê de dimîne û bi vê yekê jî dixwaze nêzî zarokên xwe bibe. Piştî ku hevserê wê dimire, hewiya wê malê terk dike û diçe dizewice. Fadîleya ku her tişt ber çavan û hat cem zarokên xwe, zarokên wê ji wê dûr ketin. Zarokekî wê derman dixwe û xwe dikuje.

DU ZAROKÊN WÊ JI MALÊ VEDIQETIN

Fadîleya ku zehmetiyên aborî dikişîne dest bi parsekiyê dike. Bi salan parsekiyê dike. Fadîle di vê dîrokê de wekî ‘ Fadîleya Dîn’ tê binavkirin. Fadîleya ku 40-50 sal berê ji ber xweşkbûna xwe her tişt hate serê wê, niha li taxa Erek a Wanê di konuteke ku şaredariya Wanê çêkiriye de bi du zarokên xwe re dimîne. Temenê wê 60 derbas kiriye. Çîroka Fadîleyê ji aliyê rojnameger Adîl Harmanci ve wekî pirtûkeke bi navê ‘ Fadîla Dîn’ hate amadekirin. Fadîla ‘Dîn’ gotina ‘Dînê’ piştguh dike. Li kolanên Wanê pirsên ‘Ez dîn im, an jî mêrên ku ez avêtim timarxaneyê an jî kesê tecawizê min kirin’ dipirse…