Êzidiyên li Şengalê ji bo mafê jiyanê xwepêşandan li dar xistin

Jinên Êzidî ji ber jinên Şengalî yên di dest DAIŞ'ê de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz nekirin. Êzidiyan diyar kirin ku ji ber ku jinên wan di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne ji bo wan 8’ê Adarê nîne.

Jinên Êzidî ji ber jinên Şengalî yên di dest DAIŞ'ê de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz nekirin. Êzidiyan diyar kirin ku ji ber ku jinên wan di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne ji bo wan 8’ê Adarê nîne.

Şengaliyên ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê axa xwe terikandin û li Qada Fidanlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê hatin bicihkirin di çarçova 8'ê Adarê de ji bo balê bikişînin ser rewşa jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne û vegotina daxwazên xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Êzidî bi girseyî li qada Fîdanlikê hatin cem hev. Girseyê pankartên "Em aştî dixwazin", "Ka bavê min", "Dayika min rizgar bikin" û "Xwişka min rizgar bikin" hildan û bê navber dirûşmên "Kuştin navê, me parastin divê" û "Zarokên me dikelînin, ber dayikan datînin" berz kirin.

Zerîfe Meto li ser navê jinên Êzîdî axivî û anî ziman ku di ti olî de keçên 10 salî bi zorê li xwe mehrkirin nîne. Meto diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê zarokan dikin kibab û didin ber dayikan û wiha got: "DAIŞ jinên Êzidî li hemû dewletên cihanê difroşin." Meto daxuyand ku divê jinên Êzidî ji destê DAIŞ'ê werin rizgarkirin.

Xidir Hecî yê Şengalî jî diyar kir ku wan roja 8'ê Adarê xwarin nexwarine ji ber ku jinên wan di destê DAIŞ'ê de ne ji bo wan 8'ê Adarê nîne. Hecî daxuyand ku ew dixwazin jinên êzidî ji destê DAIŞ'ê werin rizgarkirin. Hecî destnîşan kir ku di dîrokê de gelê êzidî 36 caran di qetlîaman re hatine derbaskirin çima cihan vê nabîne? Hecî daxuyand ku mafê kesên ku ne ji Şengalê bin nîne ku biryarê li ser halê Şengalê bidin û wiha got: "Bila kes temsîliya Şengalê neke." Hacî anî ziman ku yan Şengalek serbixwe yan jî koçberiyek bi giştî.

Hecî li ser mijara ku daxwaza dewleta Tirk û rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya ku HPG ji Şengalê derkeve jî wiha got: "Ne mafê dewleta Tirk û ne jî mafê rêveberiya Herêma Federal nîne ku li ser HPG'ê biryar bide. HPG'ê gelê Şengalê parastiye û ev biryara gelê Şengalê ye.”