BI DÎMEN

‘Ez ê tolê ji DAIŞ’ê hilînim’

Welatiya bi navê Fatma Şerîf piştî ku zilm û zordestiya ji destê DAIŞ’ê dît, dixwaze bi zarokên xwe re tevlî nav YPJ’ê bibe.

Her welatiyên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibe xwedî çîrokeke xwe ya taybet e lê çîroka welatiya bi navê Fatma Elî Şerîf cuda e. Çeteyên DAIŞ’ê keça wê ya bi 13 salî jê xwestine da ku bi çeteyan re bizewice (zewaca cîhadê).

Fatma diya 3 zarokan e, hevserê wê beriya bi 8 salan miriye. Fatma li Reqayê dijî. Ev salek bû ku dixwest zarokên xwe ji nav destê DAIŞ’ê xilas bike, herî dawî beriya bi du rojan xwe gihande QSD’ê.

Fatma li ser hovîtiya DAIŞ’ê wiha dibêje: ‘’ Çeteyek ku mîrekî DAIŞ’ê ye, yê 60 salî dixwaza bi keça min a 13 salî re bizewice û piştre bide hevalê xwe bi navê zewaca cîhadê.’’

Fatma ya ku temenê wê 38 salî ye, li ser rûçikê wê ked û êş xuya dike, axaftina xwe ya li ser hovîtiya DAIŞ’ê wiha didomîne: ‘’Çeteyan şerê psîkolojîk li ser me dimeşandin. Derdê me ne xwarin û vexwarin bû. Lê çeteyan weke ku em pêlîstok bin em bi kar dianîn. Cilên kin li zarokan dikirin û dikirin ku ew zarokan ji bo fermana xelkê rakin dihatin bikaranîn. Ez dibêjim ku Îslam ev be ez ne misilman im.’’

Fatma bi berdewamî, bi devekî bi ken wiha dibêje, ‘’Min zarokên xwe ji kampê derxistin û ez hatim da ku tevlî nav Hêzên Sûriyeya Demokraîk bibim’’

Sedema daxwaza ya ji bo tevlêbûn QSD’ê jî Fatma wiha dibÊje: ‘’ Ji bo ku ez kîn û hêrsa xw li ya li dijî DAIŞ’’ê vereşim divê ez çekê rakim. Ev bû 3 sal ku em koleyên DAIŞ’ê bûn. Kolebûnê êdî em qebûl nakim. Qebûl nakim ku em vegerin rewşa berê.’’

Fatma tevî zarokên xwe, xwe li hêza YPJ’ê girtibûn da ku tevlî YPJ’ê bibin.’’ Dema ku min jê re got dibe ku vê qebûl nekin, Fatma got, ‘’Ez bi israr hatim e û ev bû 2 saetan min ez li gel YPJ’ê me, ez li gel wan naçim.’’