‘Ez bang li jinan dikim bên dest deynin ser siyasetê’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Ez bang li jinan dikim ku bên dest deynîn ser siyasetê."

Hevserokên HDP, KCD'ê û Hevberdevkên HDK'ê xwestin jin tevlî siyasetê bibin û banga "Serî li HDP'ê bidin" kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku divê jin hê bêtir bi hêz tevlî siyasetê bibin û ji bo şîdet, xizanî û cudakariya li hemberî jiinê ji holê rakin divê bihêz di nava siyasetê de cih bigirin û wiha bang li jinan kir: "Ez bang li jinan dikim ku bên dest deynîn ser siyasetê."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel li Navenda Giştî ya HDP'ê bi cîvîna çapemeniyê ya li dar xistin de bang li hemû jinan kirin ku ji bo namzetiyê serî li HDP'ê bidin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî û dîrokî bi mêtingeriya li hemberî jin pêktê ve girêdayî ye. Yuksekdag anî ziman ku pergala zilam daxwazên wekhevî û maf ên jinan li ber çav nagirin û guhê ji wan re digirin. Yuksekdag da zanîn ku her roj 3 jin ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest didin.

Yuksekdag bilêv kir ku piştî cînayeta Ozgecan 7 jinên din bi hovîtî hatin qetilkirin û desthilatdariya siyasî li hemberî jinê xeta mirinê înyadike û wiha got: "Ramanê vê hikûmetê çibe pratîka wê jî ew e. AKP dest ji ramanê xwe yê zextan bernada." Yuksekdag da zanîn ku jin dê li hemberî xeta mirinê xeta jiyanê pêk bînin û xeta jiyana nû bilind bikin. Yuksekdag bilêv kir ku divê jin hêj bêtir bi hêz û bi baldarî, cih bigirin û ji bo şîdeta, xizanî û cudakariya li hemberî jinê ji holê rabikin divê hêza xwe ya di nava siyasetê de mezin bikin. Yuksekdag diyar kir ku ji bilî HDP'ê partiyên din ên zilaman in.

'EM DIXWAZIN NÛNERTIYA WEKHEV DI LÎSTEYAN DE XWE NÎŞAN BIDIN'

Yuksekdag, anî ziman ku serlêdanên namzetiya wekîliyê di 16'ê sibatê de dest pê kirin û ew dixwazin di nûnertiya wekhev di lîsteyan de xwe nîşan bide û wiha pê de çû: "Ez dixwazim careke din bang li hemû jina bikim. Werin di partiya jinan de HDP'ê de bibin namzet. Heke em bixwazin bersivekî bi hêz bidin siyaseta baviksalerî û hêza dewletê, heke em bixwazin xeta qirkirinê ya li hemberî jinê biguherîn riya herî baş di siyasetê de bi hêz cih girtin e. Yuksekdag got, "Ez bang li rêhevalên jin dikim ku dest danîn ser siyasetê" Yuksek bilêv kir ku dê di 8'ê Adarê de bi hêz li qadan cih bigirin.

'EM JIYANA NÛ AVA BIKIN'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî bang jiyana nû ava bikin kir û wiha got: "Em banga jiyana nû dikin. Tenê weke wekîl tevlîbûn na li hemberî êş, komkujî, îşkence, tacîz, tecawiz û pêkanîna zayendî derkevin. Em dixwazin bi jinê re peymaneke civakî ya nû îmza bikin. Ji bo astengiyên li pêşiya jinê yên bikevin siyasetê ji holê rakin em bang dikin." Irmak da zanîn ku divê hemû jin bi wêrekî di siyasetê de cih bigirin û di HDP'ê de bibin namzet.

'JIN TEMAŞE NAKIN'

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku di pêvajoyekî gelek girîng re derbas dibin û jin li hemberî vê yêkê temaşevan namînin.Tuncel anî ziman ku divê jin di nava mekanîzmayên biryar girtinê de cih bigirin û wiha got: "Ji ber vê yêk ez bang li hemû jinan dikim û di serî de jinên ji tevgera jinê hatine bibin namzet. Em bi êrîşên berfireh re rû bi rû ne. Benda hilbijartinê herî zêde jinan asteng dike û ji ber vê yêkê divê em bendan hilweşînin."