Eyşê Efendî: Kêr gihişt hestî

Eyşê Efendî: Kêr gihişt hestî

Hevseroka Dîwana Kobanê ya Meclîsa Gel a Rojava Eyşê Efendî ku di şandeya ji Kobanê, ji bo hin hevdîtinan hate Pirsûsê de cih girt, diyar kir ku YPG bi tîpên zêrîn dîrok dinivîse û got: “Êdî kêr gihişt hestî.” Efendî bang li her kesên ku rêxistina DAIŞ’ê weke terorîst dibînin, destekê bidin têkoşîna Kurdan.

Şandeya ji Hevserokên Meclîsa Qanûndanînê ya Kantona Kobanê Fewziye Ebdî û Nîhad Ehmed, Wezîrê Mafê Mirovan Herşo Şahîn û Hevseroka Dîwana Kobanê ya Meclîsa Gel a Rojava Eyşê Efendî pêk dihat, ji Kantona Kobanê ji bo hin hevdîtinan derbasî navçeya Pirsûsa Rihayê bû.

Şandeya Kantona Kobanê, bi armanca li dijî çeteyên DAIŞ’ê destekê werbigirin, hevdîtin bi partiyên siyasî, Kurdên ji Rojava koçberê Bakûrê Kurdistanê bûne û saziyên sivîl re pêk anî.  Ji şandeyê Eyşê Efendî, derbarê hevdîtin û rewşa Kobanê de ji ajansa me re axivî.  Eyşê Efendî bal kişand ser hevdîtina şandeya HDP’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî û got: “Hukûmeta Tirk gelek soz da. Lê piştre aşkere bû ku ev soz hemû ji bo DAIŞ’ê hatine dayin. Tankên wan li ber çavên leşkerên Tirk derbasî Kobanê dibin. Leşkerên Tirk destekê didin DAIŞ’ê.”

Efendî diyar kir ku îro tankek a DAIŞ’ê hatiye rûxandin û 40 endamên çete hatine kuştin û got: “Nikarin ber bi pêş ve bên. Berxwedana YPG/YPJ’ê berdewam dike. Em bang li hemû ciwanên Kurd ên ji Rojava û Kobanê hatine Bakûrê Kurdistanê; Bila vegerin Kobanê, bila bên Kobanê û gelê Kobanê biparêzin. Ev yek li dijî gelê Kurd komployeke navneteweyî ye. Armanca wan tunekirina gelê Kurd e. Komkujiyên li Şengalê, Helepçe û Enfalê pêk anîn, dixwazin îro li Kobanê pêk bînin.”

'ŞERM E KU CIWAN PIŞTA XWE BIDIN DÎWARAN Û LI HÊVIYA NAN Û AVÊ BIN'

Eyşê Efendî da zanîn ku seferberiya li ser banga Ocalan dest pê kir, berdweam dike û wiha domand: “Divê her kes ji 7 heta 70 salî dest ji kar û barên xwe berdin û tevlî YPG’ê bibin. Me beriya niha jî gelek caran got û em careke din jî dibêjin, divê têkoşîna YPG û YPJ’ê vala neçe. Bi taybet gelê Kobanê, werin em bi hev re vegerin Kobanê. Me nehêlin ku çeteyên DAIŞ’ê bikevin Kobanê. Şerm e ku gelê me tê vir daxwaza pariyek nan û berdaqek av dike. Bila tevî gelê Bakûrê Kurdistanê tevlî çalakiya nobetê ya li ser sînor bibin. Her kesê berxwedana Kobanê dît. Ji bo jin û zarok ji komkujiyan rizgar bibin, me ew derbasî Bakûr kir. Lê şerm e ku ciwan û zilamên me bên vir, pişta xwe bidin dîwaran û daxwaza pariyek nan bikin. Hûn ditirsin ku ruhê xwe teslîm bikin? Temenê we 5 salên din jî dirêj bibe, çi wateya wê heye? Werin em hemû bi hev re ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin."

KÊR GIHIŞT HESTÎ

Eyşê Efendî da zanîn ku YPG/YPJ berxwedaneke destanî dimeşînin û got: “YPG’ê bi tîpên zêrîn dîrok dinivîsîne.  Ji bo ciwanên me yên hatine Bakûr vegerin, em hatine vê derê. Em soza ku me daye şehîd û dayikên şehîdan nû bikin. Me digot ku wê rojên reş bi ser me de bên. Niha ew rojên reş hatine û kêr gihiştiye hestî. Dixwazin gelê Kurd qetil bikin. Me soza serkeftinê daye gelê Kurd û me soza azadiyê daye şehîdan. Divê em tu carî dest ji vê sozê bernedin. Em bang li yên ku hevkariya DAIŞ’ê dikin ku bên alîkariyê bidin gelê Kurd. Divê her kesê ku DAIŞ’ê weke rêxistina terorê dibîne, alîkariya Kurdan bike.”

DYA DEVERÊN VALA BOMBEBARAN DIKE

Eyşê Efendî derbarê bombebarana DAIŞ’yê de jî got: “Balafirên şer ên DYA’yê li asîmanên Kobanê difirin, lê ne DAIŞ’ê, cihên vala bombebaran dikin. Ger DYA bixwaze, dikare DAIŞ’ê di saetekê de tune bike. Lê soza ku dane ne sozeke rast e. DYA û û gelek welatên din sozek rast nadin. Daxwaza wan ew e ku DAIŞ û Kurd şer bikin.”

Herî dawî, Eyşê Efendî ev peyam da: “Ger em gelekî rêxistinkirî û azadîxwaz bin, divê bi hemû hêza xwe, ciwanên xwe, bi hiş û mejiyê xwe, xwîna xwe û ruhê Apocutiyê têbikoşin.  Ger em bi yekitî û tifaqa xwe tênekoşin, em dê belav bibin. Careke din dibêjim, jinên me, ciwanên me, zilamên me, werin em hemû bi hev re vegerin. Werin mal û taxên xwe biparêzin. Çi tişta ji destê me tê em li Kobanê bikin. Yên ku bikarin nan bipêjin, bila ji bo YPG’ê nan amade bikin. Ji destê kê çi tê divê bikin. Lê divê em tu carî Kobanê vala nehêlin. Valakirina Kobanê, serkeftina dijmin e. Valakirina Kobanê serkeftina DAIŞ û Erdogan e. Em ji Erdogan re jî dibêjin, ger tu dixwazî bikevî Yekitiya Ewropayê û baweriya te bi hiqûqa te heye, tu kesî ji hev cûda nakî. Tu derî li gelê me digirî û rê nadî. Tu birîndaran li vir didî kuştin. Ger Kobanê bikeve, weke ku Rêber Apo jî gotiye, pêvajoya aşitiyê dê bi dawî bibe. Hemû gotinên Rêber Apo ji bo me ferman in. Em dîsa weke dayikên şehîdan bang dikin ku vegerin Kobanê û YPG û YPJ’ê bi tenê nehêlin."