Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

‘’Ew polis wê bi rehetî ranezin’

Ji Koordînasyona KJK’ê Rewşan Mêrdîn got ew ê hesab ji wan polîsan bipirsin ku êrîş birine ser dayikan û got, ‘’Ew polîsên ku li kuçeyan êrîş birine ser dayikan li malên xwe jî wê rehet ranezin’’.

Ji Koordînasyona KJK’ê Rewşan Mêrdîn got Erdogan ê ku dibîna dawiya wî tê, ji çarika dayikan jî ditirse.

Mêrdîn di Stêrk TV de axivî, diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û hevdîtina 2’yê Gulanê ya bi parêzeran re nayê wateya xilasbûna tecrîdê. Mêrdîn diyar ki pirsgirêk bi çend hevdîtinan çareser nabe û got,’’Divê ev tecrîda dijî mirovî rabe. Heke ev tecrîd rabe tenê wê demê wê grevên birçîbûnê biqedin.’’

DEWLET WÊ ÇAWA BERSIVÊ BIDE?

Mêrdîn got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rewşa tecrîdê de jî helwesta xwe li gel aştî û çareseriyê nîşan dide û domand, ‘’Rêber Apo dibêje ew ê bi misyona aştiyê rabe. Dewlet wê çi bersivê bide vê mesajê? Divê hemû gel lîstika Erdoganê dîktator bibinin. Li dijî vî dîktatorê zordar û zalim berxwedanî divê were geşkirin, wê deme em ê zûtir dawiya wî bînin. Ev ne tenê meseleya Kurdan e, meseleya gelê Tirkiyê ye jî. Li dijî hişmendiya Erdogan divê berxwedan were geşkirin.’’

POLÎSÊNN KU ÊRÎŞ BIRIN SER DAYIKAN EM Ê HESAB JI WAN BIPIRSIN

Mêrdîn bal kişande ser têkoşîna dayikên berxwedêr, got, ji bo zarokên xwe yên berxwedêr li dijî dewleta faşîst li kuçeyan dîrokê dinivisin û domand, ‘’Dîktatorê ku dibine dawiya wî hatiye ji çarika spî ya dayikan jî ditirse. Polîsên Tirk bi bêexlaqî êrîşê tînin. Polîsên ku êrîşê tînin ser dayikên me divê vê bizanibin; em Tevgera Jinê em ê hesabê vê bipirsin. Polîsên ku li kuçeyan dest li dayikan radikin, li malên xwe jî wê bi rehetî nikaribin razin.’’