Erebo: Li dijî dagirkeriyê me asta rêxistinbûna xwe bilind kir

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo li ser bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn axivî û got, "Li dijî dagirkeriyê me asta xwe ya rêxistinî bilind kir."

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo sala 2019'an ji aliyê karên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Erebo anî ziman, li gel zor û zehmetiyên giran ên nava salê, her wiha êrişên dagirkeriyê ku hîn jî dewam dikin, Kongreya Star bi rêbazeke baş karên xwe meşand û li nava gel belav kir.

Erebo destnîşan kir, ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Kongreya Star asta xwe ya rêxistinbûnê bilind kir û got, "Salal 2018'a jî ji bo me zehmet derbas bûbû. Ji ber vê yekê di çarçoveya armancên ku me ji bo sala 2019'an danîn pêşiya xwe û piştî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, me di asta sereke de hewl dan têkoşîna jinan a li Efrînê û berxwedana gel xurt bikin.

Di heman demê de karên ji bo vegera gelê Efrînê li warê xwe yek ji armancên me yên sereke bû. Her wiha plan û armanc hebûn ku li qadên din ên kar ên li nava gel cih bigirin û pêşengiyê bikin. Mirov dikarin bêjin ku Kongreya Star di asteke girîng de kar kir. Bi berxwedana hevala Leyla Guven re hêrsa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî dagirkeran û mejiyê baviksalariyê hem li herêmê hem jî li cîhanê zêde bû."

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ PANEL Û KOMXEBAT HATIN KIRIN

Erebo destnîşan kir ku di sala 2019'an de bi şiyara 'Bila jinên bêrêxistin nemînin' li her deverê çalakî hatin kirin û got, "Di 3 mehên destpêkê yên salê de li dijî înkarkirina nasmaeya jinê û tundiya li jinê tê kirin, bi berfirehî çalakiyên cuda pêk hatin. Her wiha Kongreya Star ji bo rêxistinbûna jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saziyên jinan re di nava têkiliyê de bû. Karekî ji bo tevahiya Sûriyeyê hate meşandin. Ji bo birêxistinkirina jinan û xwegihandina jinên li herêmê hemûyan li gelek cihan panel û komxebat hatin kirin."

KARÊN JINAN ÊN LI QADÊN CIVAKÎ, XWEPARASTIN Û PERWERDEYÊ

Erebo ragihand ku Kongreya Star ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bi taybetî jî yên jinan, rêxistinbûna xwe li ser du esasan meşand û got, "Hîmê bingehîn ê rêxistinbûnê karên civakî bû. Her wiha li qadên aborî, siyasî, dîplomatîk û perwerdeyê jî kar tên kirin. Kongreya Star cihê xwe di nava karên perwerdeya civakî de girt. Li aliyê din, ji bo xurtkirina rêxistinbûna jinê li nava karên xweparastinê, karê xweparastina jinê dimeşîne."

Hîva Erebo destnîşan kir ku Kongreya Star di nava salê de bi girîngiyeke mezin li ser karê perwerdeyê rawestiya, gav avêt û got, "Bi hezaran jin li akademiyan hatin perwerdekirin. Karê akademiyên xweser jî hebûn. Her wiha li gelek herêman bi pêşengiya jinan karê perwerdekirina mêran jî hate kirin ku ev yek ji bo me gaveke nû bû. Ya rast, eşkere bû ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li nava civakê, bi taybetî bidawîkirina tundiya li jinê, li şûna perwerdekirina jinê divê mêr bên perwerdekirin. Lewma li gelek herêman ji bo mêran perwerde û semîner hatin lidarxistin."

Erebo destnîşan kir ku di çarçoveya karên xweparastinê de ew tevlî karên asayîşê û xweparastina jinê bûn û ragihand ku di nava salê de hişmendî û karê xweparastinê li nava jinan di asteke girîng de xurt bû.

Erebo bi bîr xist ku yek ji qadên ku Kongreya Star xwe lê bi rêxistin kiriye qada aboriyê ye û got, "Di nava sala 2019'an de ji bo jinan 32 rêxistinbûnên kooperatîfan hate kirin."

Hîva Erebo destnîşan kir ku karên Kongreya Star bi giştî li qada civakî dewam dike û got, karên civakî di çend mehên dawî de ji ber şer bi giranî ji bo jinên neçar man koç bikin tê meşandin.