Endamên SKM’ê ji AKP’ê re gotin 'Êdî Bes e!'

Endamên SKM’ê ji AKP’ê re gotin 'Êdî Bes e!'

Endamên SKM’ê xwestin TMY û OYM bên rakirin û diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî polîtîkayên “zilamî” yên li hewl didin li ser beden, ked û nasnameya jinê pêş bixin mezin bikin. Jinan ji polîtîkayên Erdogan ên li ser bedena jinan re gotin ‘Êdî bes e!.”

Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) ya ESP’ê li ser Şeqama Yuksek a Enqereyê bi boneya balê bikişînin ser rewşa jinên girtî û rakirina Qanûn a Têkoşîna li dijî Terorê (TMY) û Dadgeyên Raye Taybet (OYM) kon vedan.

SKM’ê pankartên li ser “Dewleta mêr, daraza mêr dê hesabê bide”, “Bila TMY û OYM rabin. Ji girtiyên siyasî re azadî” daliqandin.

Di axafitnên din çalakiyê de hatin kirin de hat diyarkirin ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî polîtîkayên “zilamî” yên li hewl didin li ser beden, ked û nasnameya jinê pêş bixin mezin bikin. SKM’ê destnîşan kir ku kengî Serokwezîrê Erdogan der barê jinan de diaxive, kuştinên jinan zêde dibin û got; “Zilam ji dewletê, ji serokwezîr û daraza wan diparêze hzê digirin. Jin li kolanan, qereqolan, girtîgehan, malan li rastî tecawizê tên”.