Endamên Meclîsa Jinê ya Viyan li Utamara perwerde dîtin

Endamên Meclîsa Jinê ya Viyan li Utamara perwerde dîtin

Li Navenda Jinê ya Utamara, di navbera 19-21'ê Îlonê de 30 jinên endamên Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê hatin cem hev û perwerde dîtin. Her wiha ji bo jinên Şengalî jî civînek hat lidarxistin.

Navenda Jinê ya Utamara, di navbera 19-21'ê Îlonê de ji 30 jinên ji Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê re mêvandarî kir. Jinên li vir xebata perwerdeyê meşandin, li ser mijarên siyaset, rêxistinbûyîn, çand û aboriyê nîqaş û nirxandin kirin.

Di 21'ê Îlonê de jî ji aliyê Navenda Jinê ya Utamara ve li bajarokê Dierdorf ê Elmanyayê, di çarçoveya kampanya "Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye" civînek lidar xist.

Di civîna ku jinên Êzidî bi giranî beşdar bûn de hat destnîşankirin ku DAIŞ dewama qirkirina jinê ji aliyê zîhniyeta serdestiya mêr e.

Di civînê de banga xwedîderketina li jinên Êzidî yên ji nav lepên çeteyan rizgar bûne, hat kirin.

Her wiha di 21'ê Îlonê roja Yekşemê de jî, Koma Govenda Zarokan a Utamara ya di meha Aarê de hat avakirin û ji zarokên gelek neteweyan pêk tê, bi bidawîbûna betlaneya havînê re, dest bi xebatên dema nû kir û ber bi parka zarokan ve ger û geştek hat organîzekirin.