Endama Rêvebiriya Herêmî Melîha Karagoz hate girtin

Endama Rêvebiriya Herêmî Melîha Karagoz hate girtin

Endama Komîsyona Rêvebiriya Herêmî ya BDP'ê Melîha Karagoz hate girtin û şandin girtîgehê.

Li Amedê endamên Komîsyona Rêvebiriya Herêmî ya BDP'ê Gulîzar Kalmiş û Melîha Karagoz çend roj berê ji aliyê polîsan ve li Amedê hatibûn binçavkirin. Kalmiş a ku birin Agiriyê duh ji aliyê dadgehê hate girtin. Melîha Karagoz jî duh derket edliyeya Amedê. Karagoz bi hinceta ku di dozekî berê de girtina wê heye, hate girtin û şandin girtîgehê.

Balkêş e ku Kalmiş û Karagoz piştî Konferansa Rêvebiriyên Herêmî û Ekolojiyê ku li Amedê hefteya borî hatibû lidarxistin, hatibûn binçavkirin.