Endama PE Schaake: Gotinên Erdogan sîle ne
Endama PE Schaake: Gotinên Erdogan sîle ne
Endama PE Schaake: Gotinên Erdogan sîle ne
Parlamentera ji Koma Lîberalan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Marietje Schaake ya Hollandayî têkildarê axaftinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên têkildarî wekheviya jin û zilaman, diyar kir ku ev axaftinên Erdogan mîna sîleyekê li rûyê hemû kesên ku baweriya wan bi pêşketina perwerde, îstîhdam û rêbertiya siyasî ya jinan feydeyekê mezin bide Tirkiyeyê, hebû ket.
Li gorî nûçeya BBC’yê, Parlamentera Hollandî Marietje Schaake, da zanîn ku di wekheviya zayendan de tişta herî girîng ew e ku bi awayekî wekhev mûamele li jin û mêran bê kirin û got: “Ji ber vê jî wekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê di rêzên dawiyê de ne. Jin di kar de bi awayekî wekhev pere wernagirin, her wiha rewakirina argumanên çandî toreyî ku gelek belav bûne, dibin sedema cinayet û zêdebûna tundiya li dijî jinan. Di vî warî de, di cîhana kar a li Tirkiyeyê de, gelek jinên rêber û siyasetmedar weke fîgurên bi hêz derdikevin pêş. Divê ev potansiyela jinan were pîrozkirin. Axaftinên Erdogan ên têkildarî wekheviya jin û zilaman, mîna sîleyekê li rûyê hemû kesên ku baweriya wan bi pêşketina perwerde, îstîhdam û rêbertiya siyasî ya jinan feydeyekê mezin bi de Tirkiyeyê, hebû ket. Ev yek ne tenê pirsgirêka jinan e.”