Yekîneyên girêdayî Midûryeta Polîsan a Amedê vê şefeqê saet di 05.00'an de bi ser mala Endama Meclisa Jinê ya Navenda Giştî ya BDP'ê Rukiye Mercan de girtin.
Li gorî agahiyên ku dayika Mercan dane polîsan di dema lêgerînê de amûrên malê tevlihev kirine û pirtûkên li malê jî desteser kirin.
Dayika Mercan, diyar kir ku Rûkeye Mercan di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Rihayê bi hinceta îfadegirtinê hate binçavkirin û ew birin Rihayê.