Encamnameya kongreya Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewrûpayê

Di encamnameya kongreya Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewrûpayê ji bo dema pêş biryarên girîng hatin stendin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewrûpayê encannameya kongreya xwe ya 5’emîn weşand.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi beşdarbûna endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewrûpayê (SKB) ên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda û Îngîltereyê di 29-30’ê Îlonê de kongre hatibû lidarxistin. Di şexsê gerîlaya MLKP/FESK Şevîn Sogut de jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

BIRYAR

Hin biryarên ku di encannameyê de hatine stendin ev in:

“Em deng bidin Dayîkên Aştiyê yên ku 23 sal in bêyî ku biwestin li windayan digerin û li hemberî her cure êrîşên faşîst ên dîktatoriyê li ber xwe didin.

Kampanyaya Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewrûpayê (AvEG-KON) ya ku ew ê li hemberî nîjadperestiyê li dar bixe, em ê di eniya jinê de li gorî rewşên xweser li her welatî xwedî lê derkevin.

Em ê Şoreşa Jinan a Rojava ya ku em wekî ya xwe dibînin,li Ewrûpayê piştgiriya rêxistinkirina wê bikin.

Em ê pêvajoya rêxistinkirinê ya Konfederansa Jinan a Ewrûpayê bişopînin û tevlî gavên ji bo wê bibin.

Di civîna li Hindistanê de ya ku ku ew ê sernavên îdeolojîk ên têkoşîna azadiya jinê were nîqaşkirin, em ê jî tê de cih bigirin.

Em ê komên xweparastinê yên jinan ava bikin û em ê werzîşa xweparastinê li her derê belav bikin.”