Encamnameya Konferansa Jinan a 2’emîn hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a 2’emîn a hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di asta Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur de wê tifaqa jinan were avakirin.

Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur a 2’emîn bi şîara ‘Bi yekîtiya jinan em ê şoreşa demokratîk ava bikin’ di 30-31’ê Tîrmehê de li Beyrûdê ya ku paytexta Lubnanê hate lidarxistin. Ji 18 welatan 100 delege tevlî konferansê bûn û nêzî 30 jin jî bi rêya Zoomê tevlî konferansê bû. Konferansa pêşîn di sala 2013’an  de li Amedê hatibû lidarxistin.

Di encamnameya konferansê de hate diyarkirinku şertên navneteweyî û herêmî, li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur şerê li ser jinan û gelek mesele hatine nîqaşkirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku li ser esaret, bandora kuştinê ya li ser jinan, şîddeta li ser jinan hatiye sekinandin.

Di encamnameyê de ev biryar hatin dayîn:

“*Avakirina tifaqa jinan a di asta Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur, qebûlkirina vîzyona jinan a stratejîk, azadiya ku xwe dispêre referansa gerdûnî ya ji bo mafên mirovan, edaleta civakî û rûmeta mirovan.

*Ji bo diyarkirina vîzyon, hedef û stratejiya xebatan di nava şeş mehan de komîteyeke jinan were avakirin. Di vê komîteyê de divê nûnerên di asta neteweyî de cih bigirin.

*Tevlêbûna têkoşîna li dijî dagirkerî, bazirganiya mirovan, guherandina demografîk, sûîakstên siyasî, zêdebûna nezanîna xwendin û nivîsandinê, bêkarî, hejarî û vederkirinê.

*Têkoşîna li dijî feraseta mêran a otorîter.

*Berfirehkirina têkiliyan û xebata ji bo naskirina çandên cihê.

*Di navbera astên herêmî û global de avakirina hevsengê, avakirina torê û parvekirina tecrubeyên têkoşînê.”