Encamnameya 2. Konferansa Çand û Huner ya Jinê aşkera bû

Encamnameya 2. Konferansa Çand û Huner ya Jinê aşkera bû

Encamnameya 2. Konferansa Çand û Hunerê ya Jinê, ji hêla hunermendên jin yên Kurd ku di navbêra 7-8'ê tebaxê de li Amedê pêk hat, hate aşkere kirin.

Encamnameya 2. Konferansa Çand û Huner ya Jinê ku di 7-8'ê tebaxê de li Amedê bi beşdariya hunermendên jin yên Kurd yên ji Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hatibûn, hate aşkerekirin. Di encamnameya konferansa ku bi beşdariya 75 delegeyên jin û bi awayek ji çapemeniyê girtî pêk hat de, ev biryar hatin girtin:

"Jina ku di dîrokê de ji xwezaya xwe hatiye qutkirin û mehkûmê koletiyê hatiye kirin, di roja me de modernîteya kapîtalîst jin perçe kirin, giyan û bedena wê weke metayê pêşkeşî bazarê kiriye, bûye noqteya ketina dawî ya jinê. Li hemberî rastiya cîhanê ya derketî holê re modernîteya kapîtalîst, di pêvajoya avakirina modernîteya demokratîk de, di afirandina civaka zayendî û polîtîk de ev 13 sale ligel di bin tecrîda giran birêz Abdullah Ocalan alîkariyek cidî pêşxist û rola herî mezin jî 'nexşerê' ye. Ji bo karibe vê rola xwe bi tendurist û bi ewlehîtir bilîze, divê rojek beriya rojekê muxatab bê girtin muzakere bê destpêkirin û ji bo azadiya wî weke deng û wijdana civakê pêwîstî ye.

Ev yek ji hêla hunermendên jin yên beşdarê konferansê bûne hatiye ziman. Biryar hate girtin ku ji bo azadiya birêz Ocalan heyetek bê avakirin û dest bi hevdîtinan bikin. Hêmanekê din ya di konferansê de hate nîqaşkirin jî ewe ku ji ber polîtîkaya qirkirina çandê ya dewlet di nava civakê de pêşxistiye, ketiye nava hemû qadê jiyana me. Divê em vê yekê berçav bigirin, têkoşînekê bi perspektîfeke çalakiyên bihêztir, birêxistintir û hişmendîtir bidin."

'EM BI TEVAHÎ LI DIJÎ MEJIYÊ SÎSTEMÊ NE'

Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku, li hemberê sîstema weke alternatîf feraseta hunera azad esas bê girtin jiyaneke azad pêş bixin. Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku li Tirkiyeyê di demên dawî de bi polîtîkayên qirkirina jinê re, li ser beden, giyan û ramana jinê her cûre tundî, destdirêjî, pêkûtî, girtin û tunekirin pêk tê. Di encamnameyê de hate ragihandin ku, ev yeke li ser civakê tê ferz kirin û rewakirin, weke hunermendên jin yên Kurd li hemberê van polîtîkayan, li hemberê topyekûn siyaseta sîstemê û êrîşên her cûr zilamane. Di vê wateyî de bangewaziya têkoşîneke xurt û bilind bikin hate kirin.

'ESTETÎK Û RENGÊ JINÊ JI ÇANDÊ HATIYE DÛRXISTIN'

Hunermendên jin yên Kurd bal kişandin ku, di demên dawî de gelek berhemên hatine çêkirin ji estetîk û nêrîna cîhanê ya jinê dûr hatiye xistin û hate ragihandin ku estetîk û rengê jinê ji nirxên çandê hatiye dûrxistin. Di berdewama encamnameyê de ev tişt hate qeydkirin: "Berhemên hunerî yên hatine çêkirin ku ji estetîk û nihêrtina cîhanê ya jinê dûr hatiye xistin weke tercîhek tê kirin.

Lê dûrxistina jinê ya ji estetîk, reng û ya herî girîng jî nirxên çandê civaka hatiye afirandin ji bo li ser mejiyê yek û nêr hebûna xwe dom bike, çand û hunerê tehdît dike. Polîtîqayên pişavtinê ku sedsalane li ser civaka kurd dixwazin bihêlin, di demên dawî de bi berfirehî berdewam dike. Em di pêvajoyeke ku axaftina kurdî, strenbêjiya kurdî ji bilî kurdan ji herkesî re serbest de ne. Li hemberê vê divê em bi kurdî biaxivin, hemû qada jiyanê bi rengên kurdî bihonînin, bi hesasiyeta firçeya wênesazekê nêzî vê bibin û li zimanê zikmakî xwedî derkevin û vê berpirsiyariyê jî hildidin.

Em di pêvajoyekê ku her roj pişavtin bilindtir dibe, li hember jin, xwezayê tundî û komkûjî pêk tê. Em hunermendên jin di zanebûna ku divê ji her carê zêdetir li hember van bisekinin. Li hember bi destê pergalê polîtîqayên pişavtinê pêşxistî û bi vê re jî hunermenda xwe çêkirin, re bi perspektîfa berfirehî û mezinbûnê re, sedem çi dibe bila bibe kesên ji me qût bûye û tevlî van tercîha wan bûye û veqetiyane, bi hesasiyet û histiyariya li hember pirsgirêkên civakê ya hunermendê kurd ên jin, em bangewaziya dîsa tevlî me bibin dikin."

Di beşa encamnameyê de wiha hate gotin: "Em van hesasiyetan bibînin weke hunermendên jin yên Kurd, ev 2 rojin ku em nîqaş dikin de weke lêgerên heqîqatê ya em jê bawer dikin de, bi sekina civaka azad û jiyana azad ya li dijî sîstemê di çand û hunerê de rihê seferberiyê biafirînin. Di erdnigariya em tê de dijîn de estetîk û afirînerê jinê zêde bikin, sekina xwe yê birêxistinkirî bilind bikin, civaka zayendî û polîtîk ava bikin, biryardayina van bi hêz hatiya nîqaş kirin û danîne holê. Moral û hêza ku di nîqaşa du rojin dom dike de derketiya holê, di ronahiya pêşketinên şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de pêşketiye."