Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna diyar kir ku rojavayê Kurdistanê ber bi şoreşê ve diçe û got ; “Ne Tirkiye û ne jî hêzên din dê pêşî li vê bigire”. Ayna daxwaz kir ku bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe û xwest daxwazên kurdan bên cih. Ayna got ku di rewşeke berovajî vê de dê Tikriye ber bi kaosê ve biçe.
Parlamenter Emîne Ayna li bajarê Dortmund a Almanyayê, tevlî civîna ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Dortmundê pêk hat bû.
Nêzî 300 kesî tevli civînê bûn. Emîne Ayna di civînê de bal kişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê, pevçûnên li Şemzînanê tên jiyîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
XWESERÎ MAFÊ KURDÊN ROJAVA YE
Ayna da zanîn ku bi dehan salane gelê kurd yê Suriyeyê dibin zextên hikûmetê de ne û wiha got: “Kurdên wir ku bê nasname hatin hiştin biyar dan ku li herêmê rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin û li ser vê yekê lig elek bajaran dest dan ser rêveberiyan. Daxwaza xweseriya kurdan, mafê herî xwezayî ye. Ne Tirkiye û ne jî hêzên din dikarin pêşî li vê bigirin.”
LI ÎMRALIYÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN
Ayna bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Tecrîd îşkenceyeke hatiye girankirî ye. Sûcê mirovahiyê li Îmraliye tê kirin. Divê Tirkiye demildest dest ji van polîtîkayan berde. Divê daxwazên gelê kurd pêk bînin û Ocalan azad bikin. Çareserî di vir derbas dibe. Di rewşeke din de pêşî li şer nayê girtin. Tirkiye dê ber bi kaosê ve biçe”
Ayna piştî axaftin xwe pirsên gel bersivand. Ayna da zanîn ku di astê de gelê kurd ji daxwazên xwe şûnde gavê navêjin.
ÊRÎŞA LI DIJÎ ELEWIYAN HEWLDANA LÎNCÊ YE
Ayna piştî civînê çû Navenda Çanda Elewiyan a Demokratîk ya Dortmundê û daxwaz û pirsê gelê elewiyên tirk û kurd guhdarî kir. Ayna axaftinek kurt kir û wiha got: “Li Meletiyê hewlda ku elewiyan lînç bikin. Ev ne buyereke munferîd e. Bi giştî di bin agahiya dewletê de hatiye kirin. hewldaneke lînçê ya organîze kiriye.”
Ayna bernameya xwe ya Dortmundê temam kir û der barê civîneke din a gel ya Duesselfdorfê bû.