‘Em pêvajoyê temaşe nakin, em dê bibin pêşeng’
‘Em pêvajoyê temaşe nakin, em dê bibin pêşeng’
‘Em pêvajoyê temaşe nakin, em dê bibin pêşeng’
Meclisa Jinan a HDK’ê bi dirûşma ‘Li dijî şer, xîzanî û qetilkirina jinê rêxistinbûna xwe avadikin’ li ser girîngiya rêxistinbûna xweser rawestiyan. Jinên endamên HDK’ê da zanîn ku di pêvajoya aştiyê de rol û mîsyona xwe ya pêşengiye bînin cih.
Meclisa Jinan a HDK’ê daxwazên xwe yên wekî ‘Bedena min ya mine’, ‘Li dijî şer, xîzanî û qetilkirina jinê rêxistinbûna xwe avadikin’,’Em makeqanûneke wekhev dixwazin’ û ‘Jin alîgirê muzakere û aştiyê ne’ anîn ziman û da zanîn ku, li Tirkiyeyê rol û mîsyona HDK’ê girînge. Hatîce Çevîk, Zelal Bîlgîn, Şukran Dogan û Satı Burnucu Çalî, ji ajansa nûçeyan ya JINHA’ê re axivîn û bal kişand ser rêxistinbûna xweser a jinên HDK’ê û destnîşan kirin ku, dê li dijî cudakariyê bibin yek.
‘EM PÊVAJOYÊ TEMAŞENAKIN’
Endama Komîsyona Rêveberiya HDK’a Enqerê Hatîce Çevîk: “Hefteya borî li Stenbolê konferansa Meclîsa Jinan a HDK’ê hat lidarxistin, ev konferans dê bibe pêşengê pêvajoyê. Jin dê bi bawerî û kedê tevbigere, vîna xwe ya azad derxe holê. Jinên HDK’ê polîtîkayên dewletê û xalên makeqanûnê nîqaş dikin û dê bibin berdevke hemû jinên Tirkiyeyê. Her wiha em jin pêvajoya aştiyê temaşe nakin û em dê bibin pêşengê pêvajoyê. Wekî Abdullah Ocalan gotî ‘sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê.”
LI DIJÎ CUDAKARIYÊ TÊKOŞÎN
Berdevka HDK’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn: Konferansa ku hatî lidarxistin ji bo afirandina polîtîkayên jinê, hêzkirina rêxistinbûna xweser a jinê û tevlibûna jinê ya pêvajoyê girînge. Li Kurdistanê pêvajo hatiye merheleyeke girîng. Ji bo hemû Tirkiye bê guhertin divê xebateke hevpar bê lidarxistin. Divê hemû jin di nava têkoşîna azadiyê de cih bigire. Fikir û ramana jinê her tim girînge û ji ber vê sedemê jî em dixwazin hemû jin tevlî pêvajoya ku hatî destpêkirin bibin. Li dijî lîstîkên pergalê, li dijî mexdûriyetên berhemên şer û li dijî cudakariyê em dê her tim di nava têkoşînê de bin. Kongreya Meclîsa Jinan dê bibe kongreya jinên tirk, ermen, kurd, laz, suryanî, elewî, kesên LGBT’ê. Emê bibin dengê gelên li Tirkiyeyê.
‘HDK’Ê DÊ BIBE DENGE GELÊN TIRKIYEYÊ’
Seroka Partiya Kedê ya Navçeya Çankayê ve delegeya HDK’ê a Enqerê Şukran Dogan: “Li Tirkiyeyê cara yekem rêxistinbûneke bi vî rengî ya bi navê HDK’ê hatiye avakirin. Fikir û ramanê Tirkiyeyê li vir xwe bi rêxistin kiriye. Nêzî 100 jin tevlî konferansê bû ev hejmar terê nake lê girîng bû. Ji ber ku potansiyela jinê di her hêlê de zêde ye. Ev konferanseke yekem bû û tecrûbeyek bû. Em dixwazin daxwazên hemû jinan bînin ziman û pirsên van re bibin bersiv. Jinên HDK’ê di serî de li ser mijarên wekî, pêvajoya siyasî rawestiyan û bal kişand ser hewldana hikûmetê ya muhafazakariyê. Ji bo jinên HDK’ê mijarên wekî nedîtina keda jinê, qedexekirina kurtajê hwd. Em li dijî lîstîkên cudakariyê ne û em ê li hemberî vê têbikoşin.”
‘DÊ BI HEV RE AŞTIYÊ BIAFIRÎNIN’
Endama TUM BEL SEN a Enqerê û endama Meclîsa Giştî a HDK’Ê Satî Burnucu Çali: “Bi salane ji bo aştiyê têdikoşim û niha jî di nava HDK’ê de cih digirim. Bi salane qala aştî û mafên jinan tê kirin û îro merheleya ku hatî girînge. Jin bi civîn û konferansan dicivîn û dixwazin bibin dengê gelên Tirkiyeyê. Hemû jin ji bo afirandina aştiyê tevlî pêvajoyê dibin. Tirkiye ciheke dewlemende û jin li hemberî dewlemendiyê bibe bersiva hemû pirsan û li pêy daxwazên xwe bimeşe. Her çar parçeyên Tirkiyeyê jin di konferansa Meclîsa Jinan a HDK’ê civiyan. Di 10 salên serdestiya AKP’ê de mafên jinê hat binpêkirin, biçûk hat xistin, Li şû Wezareta Jinê Wezareta Malbatê hat avakirin, jinê jî pêvajoya aştiyê dûr xistin û hwd. jin di nav şert û mercên wisa de dijîn. Lê em bêdeng namînin û dengê xwe bikin yek têkoşîna xwe bilind bikin.