‘Em li hemberî îstîsmara zayendî bêdeng namînin’
‘Em li hemberî îstîsmara zayendî bêdeng namînin’
‘Em li hemberî îstîsmara zayendî bêdeng namînin’
Meclisa Piştevaniya Jinê ya KESK'ê, bertek nîşanî leşkerên tecawizî zaroka 16 salî E.A. kiribûn dan û diyar kirin ku ew dê li hemberî îstîsmara zayendî û tecawizê bêdeng nemînin. Jinan, da zanîn ku ew li hemberî biryara dadgehê ya serbestberdana çawîşê pispor jî bêdeng namînin.
Bertekên li hemberî tacîz û tecawizên leşkeran yên li dijî zarokan zêde dibe. Piştî zaroka bi navê E.A. ya ji gundê Hazarşah a navçeya Bongîlanê ya Çewlîkê ji sala 2011'an ve rastî îstîsmara zayendî û tecawiza 8 çawişên pispor hat li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. E.A. di 25'ê gulanê de li Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê îfade da û diyar kir ku hêj 14 salî ji aliyê leşkerê bi navê Yusuf A. ve hate xapandin û rastî îstîmara zayendî hat û di navbera salên 2011 û 2013'an de jî hevalên Yusuf A. Îlker Y, Mustafa T, Mevlut K, Serdal K û Hakki ve gelek caran rastî îstîsmara zayendî û tecawizê hat. E.A. di îfadeya da dozgeriyê diyar kir ku leşkerên bi navê Mevlît K û Hakki ew bi soza zewacê xapand. Meclisa Piştevaniya Jinê ya KESK'ê jî bertek nîşanî leşkerên tecawizî zaroka 16 salî E.A. kiribûn dan û diyar kirin ku ew dê hesap ji vê yekê bipirsin. Endamên Meclisa Jinê ya KESK'ê li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqereyê têkildarî bûyerê civîna çapemeniyê pêk anîn. li ser navê Meclisa Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Sekretera Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun, Sekretera Jinê ya Egîtîm Sen'ê Sakine Esen Yilmaz, Endama MYK'ê ya BES'ê Meryem Çag û gelek kesên din amade bûn. Endamên KESK'ê yên zilam jî tev li daxuyaniyê bûn û piştgirî dan. Komê di çalakiyêde pankarta "Tecawiz sûcê mirovahiyê ye, em bêdeng namînin" vekirin û siloganên "Dewleta tecawizkar dê hesap bide", "Bijî piştevaniya jinê" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Li ser navê kome Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, daxuyanî da û diyar kir ku li Çewlikê zaroka 16 salî rastî îstîsmara zayendî hatiye û dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Çalagan bertek nîşanî berdana 5 çawîşên pispor da û wiha got: "Hêj doza N.Ç. di rojevê de ye û ji bîra me neçûye. Feraseta dadgehê ya ku got N.Ç. a 13 salî bi riza xwe ketiye têkiliyê niha jî çawîşên pispor serbest berdide. Ji ber ku heyetên dadgehê cuda be jî hişmendiya wan yek e.
'Di salên 1990'an de bi sedan jin di bin çavan de rastî tacîz û tecawizê hatin. Çalagan da zanîn E. A. di navbera salên 2011-2013'an de rastî tacîz û tecawizê hat, lê di salên 90'an de jî bi sedan û hezaran jinên kurd hatin binçavkirin û bi zorê rastî tacîz û tecawizê hatin. Çalagan, anî ziman ku di serdema şer de bedena jinê jî kirin wekî qada şer û di şerê 30 salan de herî zêde jinê bedelên giran da. Çalagan da zanîn ji ber vê yekê herî zêde jin li hemberî şer in û heta hesap ji tacîz û tecawizkaran bipirsin dê têbikoşin.
Çalagan, da zanîn ku ew dê li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin û têbikoşin. Piştî daxuyaniyê jinan lîrandin û belav bûn.