‘Em ji bo cîhanek bê tundî di serhildanê de ne’
‘Em ji bo cîhanek bê tundî di serhildanê de ne’
‘Em ji bo cîhanek bê tundî di serhildanê de ne’
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), dê îsal di çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê tê meşandin bi slogana “Me bi Bêrîtanê destpêkir, bi Zilanê mezin bûyîn, bi Sakîneyê em dê azad bibin. Ji bo cîhanek bê tundî em di serhidanê de ne.” bê li darxistin.
Meşa di 25’ê Mijdarê ya aliyê Platforma Jinan a li Stenbolê li ser rêya Îstîklalê tê li darxistin, dê bi slogana “Em ji bo cîhanekî bê tundî di serhidanê de ne” bi beşdar bûna DOHK û Nazliye Sîncan ya ji aliyê hevjînê xwe ve hatî qetilkirin dê di 30’ê Mijdarê de li taxa Kanaryayê meşek bê li darxistin. Ji bo piştgiriya jinên Rojava di 24’ê Mijdarê de bi şîara “Li berxwe bide Rojava Stenbol li gel we ye” jinên Kurd dê bi girseyî beşdar bibin, li Bagcilarê dê bi hevkariya Jinên HDK’ê mîtingek bê li darxistin.
‘TÊKOŞÎNA JINAN DESTHILATDARIYÊ DI TIRSÎNE’
Aktîvîsta DOKH’ê Hulya Kinagu ji berî 25’ê Mijdarê pirsên ANF’ê bersivandin, Kinagu da diyar kirin ku ji ber ku Têkoşîna Jinê Hikûmeta AKP’ê û Serokwezîr Erdogan di tirsîne jinê ev qas têxe di hedefê de û wiha got: “Tevgera Jinên Azad, bi xebatên azadiyê re jinên Kurd di wateyek cidî de xwediyê kûr bûnekê ne. Ne tenê AKP, hemû desthilatdar naxwazin jin zana û û pêş bikevin.”
Kinaguyê balkişand li ser rewşa tundiya li ser jinê û wiha axivî: “ Hevala me Nazliye ya 55 salî di roja 1’ê Îlonê Roja Mitînga Aştiyê de berî biçe mitîngê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Hevalek ya me ya din jî li Tuzlayê li gel du zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Ev cînayet feraseta zilame.”
‘DEMA KU ERDOGAN DI AXIVE JIN DIMIRIN’
Kinagu da diyar kirin ku, dema Erdogan di axive mêr jê cesaretê digrin û wiha pêde çû: “Lê belê kujeran na girin. Eger bigrin jî kujer bê ceza dimîne. Ev hemû cesaretê dide kujeran. Dema ku Erdogan di axive jin dimirin.”