'Em gotina jin jiyan azadiyê dijîn'
Welatiyên jin ên Kobanê yên ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin ji bo rêveberiya konbajarî Meclîsa Jinan avakirin û gor plansaziya komîsyonê 50 jinên di nava vê komîsyonê de cih digirin.
Welatiyên jin ên Kobanê yên ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin ji bo rêveberiya konbajarî Meclîsa Jinan avakirin û gor plansaziya komîsyonê 50 jinên di nava vê komîsyonê de cih digirin.
Welatiyên jin ên Kobanê yên ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin ji bo rêveberiya konbajarî Meclîsa Jinan avakirin û gor plansaziya komîsyonê 50 jinên di nava vê komîsyonê de cih digirin. Endamên komîsyona jinan dan zanîn ku di nava konbajar de li hemû qadên berpirsyariyê jin cihê xwe digirin.
Welatiyên Kobanê yên di nava konbajaran de dimînin bi hemû aliyan ve konbajarên xwe bi rêxistin kirine û di nava vê rêxistinê de welatiyên jin bi awayekî aktîf di nav de cih digirin. Li konbajarê Şehîd Gelhat yê ku bi aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de jinên ciwan meclîsa jinan vekir û gotin ku êdî di hemû beşên civakî de jin, rol û rista xwe dilîze. Berpirsyara Komîsyona Asayîşê û endama Meclîsa Jinan a Şehîd Gelhatê Nûda Brahîm (16) got ku ji bo tevlîbûna xebatên wan gelek jin ser li wan didin û hez dikin tevlî xebatên wan bibin. Berpirsyara meclîsa tenduristiyê û endama meclîsa jinan Mizgîn Ehmed (17) jî got ku ew bi vekirina meclîsa ciwanan pir kêfxweş bûne û ji vir şûn ve wê xebatên xwe bi awayekî baştir bidomînin.
'JI BO AVAKIRINA MECLÎSÊ TEVLÎBÛN PIR MEZIN BÛ'
Nûda got ku jinen di nava konbajar de piştî xebata wan dît baweriya wan pir pêş ketiye û hez dikin di nava xebatên jinan de cih bigirin. Nûda wiha axivî: "Destpêkê de ji bo avakirina meclîsê de nêzî 60 jin tevlî bûn û bi awayekî baş meclîsa me hat avakirin. Baweriya me bi me û xebata me jî heye. Dema ku em radibin em bi dirûşma ' Jin jiyan azadî' ve rabûn û em bi xebata xwe de jî layiqî vê gotinê dijîn û em lê xwedî derdikevin."
'HEMÛ KARÊ ME LI SER JINÊ YE'
Der barê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Nûda axivî û got ku divê di roja 8'ê Adarê de jin bi tevahî rabin ser piyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Hevalên me yên jin hemû karê xwe bi awayekî serketî dikin. Hejmara me jî her tim diçe bêtir dibe. Ji bo 8'ê Adarê jî amadekariyên me hene. Me komek a jinan amade kiriye û niha ji bo şahiya 8'ê Adarê xebatên xwe dimeşînin. Hemû tiştên me dê li ser jinê be. 8'ê Adarê roja cejna jinê ye divê ku tevlîbûnek mezin çêbibe. Ji bo meşa 6'ê Adarê ya Pirsûsê jî divê hemû jin derkevin qadê. Her wiha divê ku jin li xwedî li gotina xwe ya 'Jin jiyan azadî' derkevin û wê bijîn."
'JIN LI HEMÛ KOMÎSYONAN CIH DIGIRIN'
Mizgîn jî der barê xebatên xwe yên di nava meclîsê de axivî û diyar kir ku meclîsa jinan bi pratîka xwe ve hez dike ji bo gelê xwe xebatê bike û axaftina xwe wiha domand: "Hevalên me yê jin di hemû beşan de dixebitin û hemûyan jî soz daye ku heya welatiyên wan vedigerin bajarê xwe dê di nava xebatan de alîkariya welatiyên xwe bikin. Heta niha di nava konbajar de ti welatiyan tiştek ne gotiye ji bo xebatên me û hemû kes pir keyfxweşin."
'JI BO 8'Ê ADARÊ EM Ê ŞAHIYEKÊ BIKIN'
Der barê komîsyonan de Mizgîn got ku di nava konbajar de hemû komîsyonan de jinan cihê xwe girtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Komîsyona Tenduristiyê, Komîsyona Jinan,Komîsyona paqijiyê û hwd hene.Ji bo 8'ê Adarê roja jinên cîhanê jî em hemû jinên di komîsyonan de cih digirin amadekariyên xwe dikin û em ê şahiyekê di nava konbajar de jî pêk bînin."