‘’Em ê li dijî xeta îxanetê têbikoşin’’

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad di salvegera 3. a Qirkirina Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li  her derê û her demê dijî îxanetê têbikoşin.

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad ji bo 3. salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û bang li jinên ciwan kir ku ji her demê zedetir wê xwedî li berxwedana Jinên Êzidî derbikevin û bang kir ku bi rengekî xurt tevlî nav çalakiyan bibin. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin :

‘’Gelê Êzidî di dîrokê de herdem bi fermanan r» bi rû maye. 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê  ketin nav xaka pîroz a Şengalê û bi awayekî hovane û derî mirovahiyê komkujî kirin. PDK'ê ya ku xeta îxanetê ji xwe re kiriye kar û bar Şengal radestî çeteyan kir, civaka Êzidî bê parastin hişt û reviya. Armanca dijmin weke her demê jina Kurd, jina Êzidî bûye. Bi hezaran jinên Êzidî hatin firotin.

Şervanên YJA Star û HPG′ê xwedî li xak û nirxên pîroz a civaka Êzîdî derketin û nehiştin ku komkujiyeke mezintir çêbibe. Korîdorek vekirin û bi hezaran mirov ji vê korîdorê ji komkujiyê rizgar kirin. Bi vî rengî êrîşkar negihîştin armanca xwe. Îro bi pêşengtiya Jinên Ciwan civaka Êzidî xwe bihêz kir û berxwedaneke bêhempa li dijî dijmin nîşan da.

Em Jinên Ciwan ên Azad, di  salvegera Qirkirina Şengalê de qirkirinê şermezar dikin û soz didin Gelê Kurd ku em ê her dem û li her derê li dijî xeta îxanetê têbikoşin. Em ji vir heta Şengalê berxwedana YJŞ′ê ya  ji bo tolhildana jinên Êzidî, silav dikin.’’