'Em ê êşkenceya li ser Rojbîn qebûl nekin'

Meclîsa Jinan a HDP'ê li ser girtina aktivîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn got, ew ê nehêlin ku êşkenceya li ser Çetîn bincil bikin û li her qadê teşhîr bikin.

Aktivîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku dema hatî destgîrkirin êşkenceyeke giran lê hatî kirin, piştî destgîrkirbûna 11 rojan îro hate girtin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişande ser êşkenceya polîsên Tirk a bi kûçikan ku bera dabûn Çetîn, bi bîr xist ku êşkence lê hatiye kirin, her wiha got bi raporan jî hatiye çespandin ku êşkence lê hatiye kirin û ev di rûyê wê de beloq xuya bûye.

Meclîsa Jinan got, ''Em pê dizanin, êrîşa li ser Rojbîn, êrîşa li ser têkoşîna me ya azadiya jinê ye ku we nekarî bi destgîrkirin û girtinan çavtirsandî bikin'' û bi berdewamî got, ''Em bang li tifaqa AKP-MHP'ê dikin, li bara êrîşên li ser vîna me ya ku hûn dixwazin dîl bigirin, me serê xwe netewand, em serê xwe natewînin.''

Meclîsa Jinan di dawiya daxuyaniya xwe diyar kir, ''Hûn ê nikaribin vîna me jinan, bi polîtîkayên zayendîparêz, milîtarîst, faşîst dîl bigirin. Piştevaniha me ji nêraniya we xurtir e'' û got, ''Em ê nehêlin ku êşkenceya li ser Rojbîn were bincilkirin, li her qad û platformê em ê teşîr bikin. Hevala me Rojbîn ku bi rengekî ne hiqûqî hatiye girtin demildest divê were berdan''