‘Em bi ruhê Egîdan şer dikin’

Gerîlayan diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeriyê xurttir bikin û gotin “Dewleta Tirk hêz û baweriya xwe bi teknîkê ve girêdaye lê ji bîr dike ku gerîla bi felsefeya Rêber Apo, bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Egîdan li ber xwe dide.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin gelê Kurd a ku hêviya wê şikestibû bi fîşeka pêşîn a di 15’ê Tebaxê re dîsa rabûye ser pêyan û bal kişandin ser vî tiştî ku 15’ê Tebaxê hêviya gel e.

Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera wê ya 38’emîn de qala bandora Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya fermandarê mezin ê PKK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) kirin.

Gerîlaya YJA Starê Edûlê Şahîn diyar kir ew bi coşek mezin 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin û got “Beriya her tiştî ez Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ya gelê Kurd, gerîlayan û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Hevalên me li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê bi ruhê Egîdan li hemberî dewleta Tirk şer dikin û li hemberî çekên kîmyewî li ber xwe didin. Em gerîlayên YJA Starê dizanin ku em ê bi felsefeya Rêber Apo dijmin têk bibin. Bi çalakiyên xwe em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin. Em gerîlayên YJA Satarê careke din Cejna Vejînê ya gerîlayên di çeperan de li ber xwe didin û ya gelê xwe pîroz dikin.”

BERXWEDANA ME DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

Gerîlayê HPG’ê Welat Cûdî jî bi wesîleya 15’ê Tebaxê hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir berwedena fîşeka pêşîn a ku fermandar Egîd bera zilm û dagirkeriyê daye hê jî didome. Cûdî diyar kir îro li Zap, Avaşîn û Metîna di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla têkoşîneke mezin dike û got “Li ser esasê felsefeya ku Rêber Apo pêk aniye, berxwedana me di asta herî bilind de ye. Li tunelên Zendûra, Tepê Cûdî û Tepê Hekarî di serî de hevalan li gelek qadan derbên giran li dijmin xistin. Li hemberî her cure çekên qedexe yên dijmin gerîla berxwedaneke rûmetê nîşan dide. Çawa ku dijmin piştî Pêngava 15’ê Tebaxê nekarî li hemberî gerîla encamekê bi dest bixe, wê dijmin di şerê îro de jî bi ser nekeve. Gelê me divê piştgiriyê bide berxwedana gerîla û li her qadê têbikoşe. Ji bo ku em ji pêvajoyê re bibin bersiv divê em têkoşînê geş bikin. Armanca me bi xurtkirina berxwedanê re, tecrîd were şikandin û em zilma li ser gelê xwe bi dawî bikin. Em ê xwedî li keda hevrêyên xwe yên şehîd derkevin û em ê soza serfiraziyê ya ku me daye wan jî bi cih bînin.”

BI ÊRÎŞA ZAXOYÊ RE TÊKÇÛNA DIJMIN HATE ÎSPATKIRIN

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Pinar jî diyar kir bi Pêngava 15’ê Tebaxê re di dîroka PKK’ê de serdemeke nû hatiye destpêkirin û got “Milîtanên Rêber Apo îro bi ruhê berxwedanê yê heval Egîd têdikoşe. Gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî yên dewleta Tirk pûç kirine. Artêşa Tirk li hemberî gerîla nikare şer bike. Bi êrîşa Zaxoyê re têkçûna wan îspat bû. Dijmin hêz û baweriya xwe bi teknîkê girêdaye lê ji bîr dike ku gerîla bi felsefeya Rêber Apo, bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Egîdan li ber xwe dide. Em îro li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo têdikoşin. Armanca me ev e ku em dijminê dagirker ê ku bi hovane êrîşan dike ji axa xwe derxînin. Li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Li her qadê em ê helwesta heval Egîd ji xwe re bikin esas û em ê şer bikin.”

EV RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ YE

Bahoz Hewlêr jî diyar kir fîşeka Fermandar Egîd a di 15’ê Tebaxa 1984’an de gelekî watedar e û got “Pêngava 15’ê Tebaxê him di warê siyasî û him jî di warê leşkerî de pêngaveke bi bandor bû. Bi taybetî di warê leşkerî de gelekî watedar bû. Heval wê demê cara pêşîn dikevin baregeha dijmin û dest datînin ser çekên leşkeran. Gelê ku hêviya wê şikestibû bi fîşeka di 15’ê Tebaxê de hêza gerîla dît.Gel dît ku gerîla wê karibe barê Kurdistanê hilgire, gelê Kurd biparêze û azad bike. Berxwedana ku hevalên me li Zap, Avaşîn û Metînayê dike, dûmahîka berxwedana 15’ê Tebaxê ye. Gerîla li hemberî teknolojiya xurt a dijmin têdikoşe û her roj derbên giran li dagirkeran dixe. Ev dûmahîka ruhê 15’ê Tebaxê ye. Em hevrêyên heval Egîd em ê jî berxwedana xwe geştir bikin. Em ê dewleta Tirk têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. 15’ê Tebaxê vejîn e, 15’ê Tebaxê azadî ye û 15’ê Tebaxê hêviya gel e.”