Edîtora kevn a Demokratîk Modernîteyê hate destgîrkirin

Edîtora kevn a kovara Demokratîk Modernîteyê Servet Oner li Stenbolê hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin edîtora kevn a kovara Demokratîk  Modernîte ya ku sê mehan carekê derdikeve, Servet Oner li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Oner birin Qereqola Taksîmê û sedema destgîrkirina wê nehat zanîn.