Duwemîn Konferansa jinên Kurd dest pê kir

Duwemîn Konferansa jinên Kurd dest pê kir

Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a 2’yemîn, li bajarê Hewlêrê bi tevlibûna gelek jinên ji her aliyên Kurdistan û derveyê welat dest pê kir. Piştî Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Emîne Zikrî xêrhatina jinan kir, Parlementera Amedê Leyla Zana axaftina vekirina konferansê kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan ji bo yekitiya neteweyî.

2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, li Salona Saad Ebdillah a Hewlêrê destpê kir. Di konferansa ku bi rêzgirtin destpê kir de, axaftina destpêkê hat kirin. Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Amîna Zikriyan li ser girîngiya konferansê rawestiya û got: “Her yek ji me, ji parçeyek cuda be, lê hezkirina me yek e.”

Axaftina vekirinê ji aliyê Parlementera Amedê Leyla Zana ve hat kirin. Zana piştî xêrhatina hemû jinên Kurd kir, diyar kir ku ew bi navê Komîteya Amadekar dixwestin ku hemû jinên Kurd beşdarî vê konferansê bibin û konferans li stadyumeke mezin bihata lidarxistin.

Zana bal kişand ser dîrokê û têkoşîna jinan û têkoşîna giştî ya Kurdan ji bo azadiyê û got; “Ev konferans ji bo hemû jinên Kurd ronensansek e.” Zana bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd a ji bo yekitiya neteweyî û diyar kir ku jin di vî warî de pêşeng in.

Zana destnîşan kir ku divê beriya her tişê aramiya di nava Kurdan de pêk bê û diyar kir ku heta aramiyek nebe azadî jî nabe. Zana diyar kir ku dem dema yekitiya Kurdan e û got ku divê Kurd êdî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, ji bo vê yekê roleke mezin dikeve ser milê jinên Kurd.

Leyla Zana got; “Ya girîng yektî ye” û diyar kir ku divê her partiyek nebêje destpêkê ez, ya di konferansê de girîng yekitiya neteweyî ye û got; “Pêwîstiya dadê bi dengê jina Kurd heye, divê em dengê xwe bikin yek. Divê êdî Kurd bi hev re stratejiya xwe ya dem dirêj û dem kurt diyar bikin.”

Konferans berdewam dike...

Bi giştî 186 jin ji Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan û Ewropayê beşdarî konferansê dibin. Ji vana 96 delege ji Başûr, 55 ji Bakûrê Kurdistanê, 24 ji Rojhilat û 17 jin jî ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.