Du dilên bi ruhê aştiyê ber bi azadiyê ve dimeşin

Du jin, du dayikên aştiyê yên bi êşa windakirina zarokên xwe, ber bi azadiyê ve dimeşin. Emrê wan di ser 65 salî re ye, lê ev 8 roj in bi êşa zarokên xwe yên şerê qirêj ji wan stend, bi ruhê azadiyê ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin.

Du jin, du dayikên aştiyê yên bi êşa windakirina zarokên xwe, ber bi azadiyê ve dimeşin. Emrê wan di ser 65 salî re ye, lê ev 8 roj in bi êşa zarokên xwe yên şerê qirêj ji wan stend, bi ruhê azadiyê ber bi azadiya Ocalan ve dimeşin.

Li refên herî pêş ên baskê meşa dirêj a ji Bernê heta Strasbourgê, du dayikên aştiyê cih digirin. Her çend ji ber şerê qirêj ê li Kurdistanê zarokên xwe winda kiribin jî, bi bîr û baweriya ji aştiyê li refên herî pêş di meşa azadiyê de dimeşin û azadiyê diqîrin.

Şenge Kahraman û Sûltan Ûgraş ên ji ber qewimînên li Kurdistanê ji neçarî hatin Ewropayê, bi ruhê aştî û azadiyê di her çalakiyê de amade ne. Ji ber ku, hesta wan di van çalakiyan de derdixîne pêş, bîr û baweriya azadiya Ocalan û welatê wan e.

Şenge Kahraman a 65 salî, ku di meşa azadiyê de li refên herî pêş bêwestan dimeşe, hêvî û xeyalên 2 zarokên xwe yên di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Ewropayê diqîre.

DI 2012'AN DE ME BERXWEDAN MEZIN KIR, DI 2015'AN DE EM Ê AZADIYÊ BÎNIN

Kahraman ku di sala 2012'an de beşdarî me dirêj a ji Cenevre heta Strasbourgê bûbû, diyar kir ku wê rojê ew ji bo bilindkirina berxwedanê meşiyan, niha jî ji bo pêkanîn azadiyê dimeşin. Kahraman got, "Meşa Cenevreyê yekemîn meşa me ya dirêj bû. Ji ber ya yekê bû, bêtecrûbeyî hebû. Bi hestewariya xwe em meşiyan. Di meşa xwe ya niha de em hem bi hestiyarî, hem moral hem jî bi bîr û baweriya nêzbûna serketinê dimeşin."

'DI ÇALAKIYAN DE EM HÊVIYA ZAROKÊN XWE DIQÎRIN'

Kahraman da zanîn ku heta Ocalan û Kurdistan bi temamî azad bibe ew ê her tim li qadan dengê azadiyê biqîrin û got, "Min êşa du ewladên xwe yên winda kir, ti carî ji bîr nekir. Her çalakiya ez beşdar dibim, mîna dermane ji êşên min re. Em dayik, gava tevlî meşan dibin kêm be jî êşa me kêm dibe. Ji ber ku di van çalakiyan de em hêvî û xeyalên zarokên xwe yên winda kirine diqîrin. Bi rojane dimeşim, nawestim. Ji ber ku hestê min ê azadiyê, westandin li min, li me qedexe kiriye."

'OCALAN SEDEMA AZADIYÊ YA JINA KURD E'

Kahraman diyar kir ku PKK û Ocalan ji bo wê hêviyeke jiyanê ya jênevegere û got, "Divê em soza xwe ya ji bo gel û şehîdan bicih bînin. Êşên em dijîn, hêzê didin me. Ez 9 mehan li cem Ocalan mam. Ocalan naxwaze ti kes bi awayekî çavgirtî bi felsefeya wî ve girêdayî be. Jinên Kurd bi zanebûn Ocalan fêm kirin, di rêya azadiyê de xwe gihandin cihekî girîng û niha jî ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin."

Kahraman da zanîn ku Ocalan li lîderekî wêdetir, bi felsefeya jiyana nû re pratîka rê û rêbaza avakirina cîhaneke nû ay ji bo jiyana gelan, pêşkêş kir. Kahraman got, "Ne tenê Kurd, bar dikeve ser milê her kesî ji bo azadiya Ocalan. Ez weke dayika aştiyê baş dizanim aştiyê bi Ocalan dibe û ji ber vê yekê divê Ocalan azad bibe."

DILÊ 66 SALÎ BI AŞTIYÊ RE BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE

Dayikeke din a aştiye ya ji Brukselê beşdarî meşa azadiyê bûye, Sûltan Ûgraş a 66 salî ye. Ji roja destpêkê ve li refên herî pêş ên meşê cih girtiye û bênavber azadiyê diqîre. Ûgraş bi coş û enerjiya xwe ya di meşê de, hêzê dide jinên ciwan. Ji bo pêkanîna hêvî û xeyalên ewladê xwe yê di têkoşîna azadiyê de ji dest da, gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe.

JI BO OCALAN 2 HEZAR ÎMZE

Ûgraş tevî ku bi zimanê biyanî nizane jî di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan de, li kolanên Brukselê 2 hezar îmze kom kir. Ûgraş got, "Kengî Ocalana azad bibe, em ê jî hingî azad bibin. Bi azadbûna Ocalan re aştiya rasteqîn wê bê." Ûgraş di dewama axaftina xwe de got, "Em jin û dayik bi salane weke tiyê aştiyê dijîn. Bila her kes baş bizanibe ku bêyî Ocalan aştî nabe. Ji ber vê yekê, weke dayikeke aştiyê tevî ku bi zimanê biyanî nizanim jî min li kolanên Brukselê bi tenê wêne nîşan da û 2 hezar îmze kom kir. Jin bi rastî jî bawer bikin, tiştek nikare li ber bibe asteng. Em ê bi hêza jinê Ocalan azad bikin."

'AZADIYA JINÊ BI AZADIYA OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE'

Ûgraş da xuyakirin ku ev 8 roj in di meşa azadiyê de coşeke mezin tê jiyîn û destnîşan kir ku bi serketina Kobanê re jin bi taybetî xwe ji bo azadiya Ocalan amade dikin. Ûgraş ji bo mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir û got, "Her kesê xwe weke alîgirê aştiyê dibîne, divê tevlî mîtîngê bibe. Em êdî bawerin ku azadî nêz e. Dis erî de jin û dayik, ji bo tarîtiya 15'ê Sibatê ronî bikin pêwîste her kes tevlî mîtîngê bibe."