Li bajaroka Alîgor a navçeya Pirsûsa Rihayê di meşa 4’ê Nîsanê ya sala 2007’an de Hatîce Batu ya ku tê de cih girt, jiyana wê serûbin kir. Batu ya ku 6 sal ceza lê hate birîn ev salek û nîv e girtî ye û her wiha ligel ku tirkî nizane jî sewqî girtîgeha Şakranê kirin û niha di nava girtiyên edlî de ye. Batu û 6 zarokên xwe di nava drameke ku tu hevok têr nake de dijîn.
Bi wesîleya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal li bajaroka Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê gel tê cem hev. Gelê ku li wir tê cem hev hewl didin ku ber bi Amarayê ve bimeşin. Ev meş her sal rastî astengiyan tê û pevçûn diqewimin. Di pevçûnan de mirin pêk tên. Dîsa di meşa 2007’an de heman tişt çêbû. Ji bo jina bi navê Hatîce Batu destpêka dramekê bû. Batu ya ku li Alîgorê dijî, tevli meşa ku li kolana wê derbas dibû bû. Ev meş bû sedema serûbinobûna jiyana Batu.
TEVLÎBÛNA MEŞÊ Û BI SALAN CEZA
Li gorî dewletê ew êdî ‘di nava ‘xebatên terorîst’ bû. Der barê wê de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran Amedê doz hate vekirin û di her du dozan de jî bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘her çendî ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ bi giştî 6 ceza lê hate birîn. Salek û nîv berê ji Qereqola Cendermeyan Alîgorê ji bo ‘îfadegirtinê’ bangê wê kirin û ew girtin. Batu ya ku dayika 6 zarokane piştî kete girtîgehê, hevserê wê jiyana xwe dest da.
JIYANA ZAROKAN SERÛBIN BÛ
6 zarokên ku bê dê û bê bav man, BDP û welatiyên BDP’ê xwedî lê derketin. Temenê wan di navbera 5-15 salan de ne. Yek jî naçe dibistanê. Sedema vê jî ji ber ku dayika wan di girtîgehê de û bavê wan jî jiyana xwe ji dest daye. 6 zarokên ku bavê wan jiyana xwe ji dest da û dayika wan di girtîgehê de li zeviyan û cihên cuda dixebitin û hewl didin jiyana xwe bidomînin.
TIRKÎ NIZANE Û DI NAVA GIRTIYÊN EDLÎ DE YE
Vedat Polatê ku bi Batu re di heman dosyayê de tê darizandin diyar kir ku Batu di meha hezîranê de ji girtîgeha Rihayê sewqî girtîgeha Şakranê ya navçeya Alîaga ya Îzmîrê kirine. Polat da zanîn tenduriya mêjiyê wê ne baş e û tu kes tune biçe hevdîtina wê û wiha got: “Ji ber vê yekê jî ew xistine nava girtiyên edlî. Tirkî jî nizane. Li dadgehê tirkî neaxivî. Kurdî tenê diaxive.”
DIVÊ ÎNFAZ BÊ SEKINANDIN, BIBIN DAXISTINA CEZA
Parêzer Emel Sayin diyar kir ku di çarçoveya 3’emîn pakêta darazê de gelek girtî hatin berdan. Sayin diyar kir ku di warê hiqûqê de divê doz Batu ji nû ve pêk bê û wiha got: “Bi sererastkirina dawî re raye ji bo dadger hat nasîn. Ji ber vê jî divê ji nû ve dosya bê ditin. Divê ceza bê înfazkirin, ceza bê daxistin.”