Seroka Fraksyona YNK’ê ya Silêmanî ya Parlementoya Iraqê Dr. Ciwan Îhsan têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê, dîsa xebatên xwe yên dema derbasî Parlemetoya Iraqê bibin ji ANF’ê re nirxand.
‘XALA HERÎ GIRÎNG PARASTINA MAFÊ KURDAN A LI IRAQÊ YE’
Dr. Îhsan bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê û wiha got: “Me girîngiyeke mezin di propagandaya bernameya xwe de bal kişandiye ser herêma Kurdistan çi di warê siyasî û çi jî di warê leşkerî û aborî. Me hewl daye li biwarî ewlekarî, siyasî û stratejiya leşkerî kar bikin. Dîsa aliyê din em dixwazin cih bidin ciwanan, jinan, xizmetguzarî, karkeran, dîsa di warê jînge, parastina çand û hunerê de têkoşîn bikin. Lê xala hevpar a herî zêde em girîngî bidinê ew e ku parastina mafê Kurdan li Iraqê ye. Ji ber wê yekê em li Iraqê dijîn. Bi taybet piştî referandûma serxwebûnê ya li herêma Kurdistanê û şûnde naokiyên mezin di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de derket. Divê di vê mijarê de yekrêziyeke navbera aliyande pêk were li ser rêzbendên berê hatibûn danîn bê kirin. Dîsa di aliyê siyasî de li gel Iraqê lihevkirinek pêk were.”
‘LI PARLEMENTOYÊ EM RÊ NADIN DAGIRKIRINA XAKA KURDISTAN Û IRAQÊ’
Seroka Fraksyona Yekîtî Nîtîmanî Kurdisan (YNK) a Silêmanî ya Parlementoya Iraqê Dr. Ciwan Îhsan qala êrîşên dagirkirina dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraq û serweriya hikûmeta Bexda û wiha nirxand: “Dewleta Tirk a dagirker bi lihevkirina li gel Seddam Huseyîn û dîsa ya li gel Îranê kirî heta niha li nava xaka Iraqê di aliyê siyasî û leşkerî de xwe bi cih kiriiye. Li gorî wê lihevkirina Seddam a li gel Tirkiyeyê, rê hatiye dayîna artêşa Tirk bikeve xaka Iraqê û êrîşî hêzên Kurdan bi taybet PKK’ê bike. Îro ya dibe kiriye ku dewleta Tirk a 200 km xaka Iraqê dagir bike. Ev eger di rastiyê de nebe jî ya dibe li pêş çav e. Hewldana Iraqê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê cihê şermê ye. Eger em biçin Bexda, karê yekem em li parlemetoyê bikin ew e ye ku li gorî Destûra Bingehîn kar bikin û rê nadin ku Tirkiye destdirêjî xaka Kurdistan û Iraqê bike. Ev mijar ji bo me mijarekî netewî û ji bo Ereban jî mijarekî Iraqî ye.”
‘DIVÊ HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ DI MIJARA NETEWÎ DE BIBIN YEK’
Dr. Ciwan Îhsan bal kişand ser destkeftiyên piştî referandûmê ji destê Kurdan hate derxistin û nokiyên piştî wê rû dayî û wiha pêde çû: “ Ne tenê li nav siyaseta Kurdan belkû li nava siyaseta Iraqê de jî rêbazên cuda hene ji bo çareserkirina pirsa Kurd. Nirxandinên siyasî yên li ser vê mijarê gelekî metirsîdar in. Divê partiyên siyasî li gel civakê rast be. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê xwedî proje û bername be, ji bo bikare van pirsgirêkan bibîne û çareser bike. Divê hemû partiyên siyasî li ser mijara Netewî kar bide meşandin, lê ku derveyî vê be siyaseta bê kirin metirsîdar e. Her çendî Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) xwedî bername û projeyekî baş jî be, lê ku tenê be ti fêda wê nîne. Ji bo wê divê hemû partiyên Kurdî divê bi projeyên dewlemend bikevin nava hewldanan ji bo xizmeta herêmê bikin. Eger ev nebê, ne YNK ne jî ti hezeke siyasî ya Iraqê û Kurd nikare xizmeta ji bo herêma Kurdistanê bike. Ev jî tê wateya siyaseta çewt derbê li herêma Kurdisan dide.”
‘JI BO KURDAN PÊVAJOYA MAM CELAL DEMÊ ZÊRÎN BÛ’
Dr. Îhsan diyar kir ku heta Mam Celal dijiya, Serokkomarê Iraqê bû û ji bo Kurdan hêzekî mezin bû û got: “Di pêvajoya Mam Celal de, hemû fraksyon û bi taybet aliyên Kurdan bi hêz bûn. Em dikarin bêjîn wê demê demekî zêrîn bû ji bo Kurdan. Di Perlemetoya Iraqê de sûd ji tecrûbeye û ezmûnên Mam Celal dihate girtin. Dema ku rewşa tenduristiya Mam Celal nebaş bû, li nav Kurdan jî rewş xirab bû. Ji ber ku kesek nekarî cihê Mam Celal tije bike,ew jî bû sedem ku aloziyên siyasî nava aliyên Kurdan de rû bide. Di nava parlementoyê de jî nebûn xwedî yek helwest, ew jî bû sedem ku nava di nava parlementoya Kurd û Iraqê de nakokî dewam bikin.”
‘PDK YEKANE SEDEMÊ NELIDARXISTINA KONGREYA NETEWÎ YE’
Seroka Fraksyona YNK’ê ya Silêmanî ya Parlementoya Iraqê Dr. Ciwan Îhsan bal kişand ser yekîtiya netewî û lidarxistina Kongreya Netewî û got: “ Ew alozî û nakokiyên siyasî yên niha heyî yekane rêbenda serekeye li hemberî lidar xistina Kongrya Netewî. Desthilata siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê sedemê serekî yê li pêşiya Kongraya Netewî bûyîna astneg e. Li nava Yekîtî Nîştîman Kurdistan ew nîne ku serweriya xwe li ser aliyên din bide sepandin. YNK’ê ji bo lihevkirinê amade ye. Lê Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) sedemê serekî yê ji bo nelidarxistina Kongreya Netewî ye. Ji ber ku PDK her dixwaze dethilat be, biryar bide. “
Dr. Ciwan Îhsan destnîşan kir ku wan tim xwestiye hemû aliyên siyasî yên Kurd li Kerkûkê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan bibin û got: “Lê PDK’ê ev yek red kir. Sedemê wê jî ew e ku alîgirên wan li wir nîne. Ji ber ku mêzandina wan a neteweyetê jî hîzbiye û nîne. Her wiha ew partî û saziyên niha jî hatine avakirin têgihiştina wan a ji opozîsyonê jî şaş e, eger ne wisa ba wê weke yek lîste Kurd tevlî hilbijartinê bûna.”