Xwendekara Kurd a welatiya Franse, Sevîl Sevîmlî ji ber guhertina bernameyekê li Zanîngeha Eskîşehîra Tirkiyeyê xwendina xwe berdewam kir. Ji ber ku stant ji konsrea Grup Yorum re amade kirine û belgewariya jiyana Gulere Zere nîşan dane, hat tawanbarkirin û girtin. Dozgerî niha 32.5 sal cezayê girtîgehê ji Sevîmlî re dixwaze û bi “rêvebertiya rêxistina terorê ya çekdar” tê sucdarkirin.
6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê îdîanameya der barê Sevîmlî û hevalên wê de hatibû amadekirin, qebûl kir. Di îdîanameyê de ji Sevîmlî re 32,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û hincetên vê yekê jî beşdarbûna xebat û çalakiyên qanûnî ne.
Xwendekara Erasmus a bi navê Sevîl Sevîmlî ku li Franseyê dijiya, ji bo guhertina bernameyekê hat Eskîşehîrê. Ji ber ku beşdarî konsera Grup Yorûm û mitînga 1’ê Gulanê bû, di 10’ê gulana 2012 de di encama operasyonekê de hat binçavkirin. Bi îdîaya “Endama rêxistina terorê ye” şandin Girtîgeha Eskîşehîrê. Lê ji ber zextên raya giştî, çûyîna derveyê welat lê hat qedexekirin û serbest hat berdan.
Di îdîanameya doh de, hat angaştin ku Sevîmlî rêbertiya hemû xwendekarên derdora xwe kiriye, ev hemû çalakî û organîzasyon bi fermana rêxistina terorê ya çedkar hatine kirin û propaganda vê yekê hatiye kirin.
Dozgerê Tirk îdîa dike ku Sevîmlî “rêvebera rêxistina terorê ye” û beşdarbûna çalakî û xwepêşandanên qanûnî jî weke delîl tê nîşandan..
Hin çalakiyên ku bûn sedem ku 32.5 sal cezayê girtîgehê ji Sevîl Sevîmlî re bê xwestin wiha ne:
• Beşdarî merasima cenazeyê gerîlayê PKK’ê Alî Yildiz, ê ku di sala 1999’ê de tevî hevalên xwe di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan û di gora komî de hatibûn veşartin û piştre li Stenbolê spartin axê, bûye.
• Li mexazeya Adalar Mîgros a Eskîşehîrê stant vekiriye û ji bo konsera Grup Yorum a di 15’ê nîsana 2012 de li Stenbolê pêk hat belavok belav kiriye.
•Ji ber ku ji bo nîşandana belgewariya li ser jiyana girtiya bi navê Guler Zere ya bi nexweşiya penceşêrê ketibû û piştre ji aliyê Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ve hat efûkirin û serbest hat berdan, lê ji ber ku ev yek dereng ma jiyana xwe ji dest da, bi rêveberên sendîkaya Egîtîm-Sen re hevdîtin pêk aniye û cih amade kiriye.