Doza Hatûn Surucu piştî 8 salan hat bîra Tirkiyê!
Doza Hatûn Surucu piştî 8 salan hat bîra Tirkiyê!
Doza Hatûn Surucu piştî 8 salan hat bîra Tirkiyê!
Doza Hatûn Surucu, ku di sala 2005'an de hînê 23 salî bû û li kolanên Berlînê ji aliyê birayê xwe Ayhan Surucu ve hat kuştin, ji nû ve di rojeva Elmanya de ye. Ji bo girtina herdu birayên bi gumanbariya alîkarî dane bûyera kuştinê, Elmanya hemû delîl ji Enqerê re şand, lê dadgeriya Tirk piştî 8 salan bi rojevê re eleqedar bû.
Penabera Tirkiyeyî Hatûn Surucu ya 23 salî, di 7'ê Sibata 2005'an de li rawestgeha otobusê ya Berlînê hat kuştin û wêneyê wê yê bi kurê xwe yê 6 salî Can re kişandibû, di bîra mirovan de mabû. Birayê wê Ayhan Surucu li xwe mikur hatibû ku wê bûyer kiriye û li ser vê yekê bi neh sal û sê mehan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Surucu diyar kiribû ku ji ber xuşka wî jiyana rojavayî hilbijartiye, wî ew kuştiye û bi vê yekê re doz ji nişka ve ketibû rojeva Elmanyayê.
Hatûn Surucu a di sala 1982'an de li Berlînê hat dinê, keça malbateke karker a Erzîromî bû û li taxa Kreuzberg a piraniya şêniyên wê Kurd-Tirk bû, mezin bûbû. Di 15 saliya xwe de ji dibistanê hatibû derxistin û bi pismamekî xwe yê li Tirkiyê re bi zorê hatibû zewicandin. Di sala 1999'an de piştî jidayikbûna kurê xwe re, nexwest vegere Tirkiyê û ji ber bi hevserê xwe re li hev nedikir, bi kurê xwe yê biçûk re jiyaneke nû hilbijartibû.
Surucu di heman demê de nedixwest li gel malbata xwe jî bijî û destpêkê li stargeha jinan a dayikên ciwan xwe lê digire mabû û piştî perwerdeya xwe ya pişeyî qedandibû, bi kurê xwe re dest bi jiyaneke nû kiribû. Li dû kuştina Surucu, jinên ku rastî zexta malbatî ya ji ber têgihiştina "namûsê" ya penaberên Misliman tên, bi têr tên parastin an na û polîtîkayên hikûmeta Elman ên li ser penaberan, bi rojan di nava raya giştî de hat nîqaşkirin.
TIRKIYÊ FERMANA GIRTINÊ YA NAVNETEWÎ NAS NEKIR!
Ayhan Surucu der heqê bûyera kuştinê de diyar kir ku ew ne poşman e û kekên wî Alpaslan û Mûtlû Surucu yên bi gumanbariya birayê xwe teşwîk kirne hatin girtin, lê ji ber kêmahiya delîlan piştî 14 mehan ji girtîgehê hatin berdan. Lê belê piştî salekê Dadgeha Federal biryara serbestberdanê xera kir û xwest, der heqê herdu birayan de dozeke nû bê vekirin.
Ji xwe dihat zanîn ku ji kekên wî Mûtlû çek peyda kiribû û Alpaslan jî Ayhan ji bo bûyerê qanih kiribû. Lê belê ji ber ku herdu bira li Tirkiyê dijîn, navgînên dadgeriyê yên Elman nekarî dozê vekin. Vê carê der heqê Mûtlû yê hemwelatiyên Tirk û Elman e û Alpaslan ê bi tenê welatiyê Tirk e, biryara girtinê ya navnetewî hat derxistin.
Ev hewldana Elmanyayê encam negirt û Tirkiyê jî guh neda dozê. Lê belê di mehên dawî de yekîneyên dadgeriya Tirk ji nişka ve ketin nava tevgerê û bi Elmanya re ket nava têkiliyê. Ev hewldana Tiriyê weke hewldana ji bo sererastkirina îmaja hikûmeta Erdogan a piştî bûyerên Parak Gezî xera bûbû, tê şîrovekirin. Duh di mijara dozê de pêşketinên girîng rû dan.
Wezareta Edaletê ya Eyaleta Berlînê da xuyakirin ku wan bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Tirk, kartonek tijî delîl û dosya li ser kuştina Hatûn Surucu radestî Tirkiyê kirine. Lê belê nayê zanîn ka Tirkiye ji bo girtina yek ji birayan ku di heman demê de welatiyê Tirkiyê ye, kengî bikeve tevgerê.
Bûyereke din a kuştinê jî di navbera Tirkiyê û Elmanya de rê li ber krîzê vekiribû. Di Cotmeha 2012'an de gumanbarê sereke yê kuştina Jonny K. (20) yê Vîetnamî ku li Alexanderplatz a Berlînê hat kuştin, Onûr Û. reviyabû Tirkiyê lê li ser hewldanên Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, radestî Elmanya hatibû kirin. Di vê doza bi navê "Kuştina li Alexanderplatzê" de niha 6 penaberên ciwan Tirkiyeyî tên darizandin.