Doza Femena Tinûsî Amînayê destpê kir

Doza Femena Tinûsî Amînayê destpê kir

Jina ciwan ya binavê Amîna Sbûyî dema ku xwepêşandanek ya Îslamiyên Selefî li Tinûsê şermezar jir hate binçavkirin, îro doza wê destpêkir. Sbûyî bi zagonekî ji sedsala 19’an mayî tê darezandin û heta 5 salan cezayê girtîgehê jêre dixwazin.

Amîna Sbûyî dema ku 19’ê Gulanê Selefiyan xwepêşandanek kirin û li ser dîwar ‘Femen’ nivîsand û bi leqabê ‘Tyler’ tê naskirin, ji ber ku sprayê çav şewitînê li gel bû tê darezandin. Parêzerê Sbûyî Sûhayîb Behrî ku anîn dadgeha bajarê Kayruanê da diyarkirin ku, muwekîla wê tenê ji bo xwe biparêze spray girtiye gel xwe. Parêzer Behrî destnîşan kir ku, muwekîla wê ya 18 salî bi madeyekî ji sala 1894’an mayî tê darezandin û ev nayê qebûl kirin.

PARÊZERÊ SELEFIYAN JÎ XWEST MUDAHÎL BIBE

Beriya darezandina Amîna Sbûyî koma Ensar El-Şerîat ya Selefiyan li bajarê Kayruanê kombûn û xwepêşandanekî protestoyî pêkanîn. Bi dehan endamên komê xwestin li gorî zagonên şerîetê cezayê bidin endama Femen ya 18 salî. Her wiha bertek nîşandan ku negirtin salona dadgehê.

Gelek parêzerên ku bi nêzîkatiya Selefiyan tên zanîn jî, xwestin mudahîlî dozê bibin, lê ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.

Amîna Sbûyî ya 18 salî di meha Gulanê de li tora înternetê wêneyên nîv tazî belavkiribûn û helwesta hikumetê ya mafê jinan tuneyî protesto kiribû. Di cih de kete rojeva welat û duh bi armanca piştgirî dayîna Sbûyî li paytext Tinûsê çalakî li darxistin, di çalakiyê de ji endamên koma Femen 2 jê Fransiz û yek Alman hatin binçavkirin, hêjan binçavkirîne.

Muxalefet û komeleyên jinan didin diyakirn ku, piştî şoreşa Tinûsê Ennahda hate ser desthilatdariyê, li şûna hemû daxwazên civakê pêşwazî bike, tenê daxwazên Selefî û oldarên radîkal pêktîne.