DOKH wê li Ebex û Şaxê konê aştiyê vede
DOKH wê li Ebex û Şaxê konê aştiyê vede
DOKH wê li Ebex û Şaxê konê aştiyê vede
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo rêveçûn û selametiya pêvajoya aştiyê û pêşîgirtina li çalakiyên hewldanên gengaz ên provokatîf, da xuyakirin ku piştî Payizavayê wê li navçeyên Ebex û Şaxê jî konên aştiyê vede.
DOHK'ê der heqê mijarê de bi piştgiriya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a BDP'ê li avahiya BDP'ê ya Bajarê Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê DOKH'ê Herdem Acar axivî û got, "Bi Newroza 2013'an a li Amedê re gelê Kurd ket pêvajoyeke nû. Pêvajoya siyaseta demokratîk û avakirina jiyaneke azad, 4 mehên xwe dagirt. Ji bo rêveçûna pêvajoyê û pêşîgirtina li provokasyonên gengaz, bi pêşengiya DOKH'ê em konan vedidin û dixwazin nîşan bidin ku xwedî li pêvajoyê derdikevin. Me konê xwe yê yekemîn li navçeya Payizavayê vedan û di nava 15 rojan de li pêwendiyeke mezin a gel rast hat. Ev yek jî nîşan dide ku kon gihaştiye armanca xwe. Lewma em konê xwe yê li Payizavayê îro radikin û li navçeyên Ebex û Şaxê vedidin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê bi heman hestiyariyê li kon xwedî derkeve."