DOKH: Tevgera leşkerî derbasûna gerîla zehmetir dike
DOKH: Tevgera leşkerî derbasûna gerîla zehmetir dike
DOKH: Tevgera leşkerî derbasûna gerîla zehmetir dike
Çalakiya konê "Çareserî û Rizgariya Demokratîk" a Tevgera Jinên Azad û Demokratîk DOKH li bejahiya Gundikê Melê ya Şirnexê dewam dike. DOKH’ê rapor xwe ya çavdêriyê ya 9 rojan aşkera kir û diyar kir ku tevgera leşkeriyê ya hewayî û bejayî, derbasbûna ewlehiya hêzên HPG’ê dide zorê.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd û biryara KCK’ê vekişîna hêzên HPG’ê ya ji sînorên Bakûrê Kurdistanê dest pê kir û ji aliyê jinan ve ji bo ev pêvajo bê şopandin kon hatin vedan. Heyeta HDK û KCD’ê ya Meclisa Jinan li Gundikê Melê ya Şirnexê di konê hatibû avakirin de nobet girt. Di nîqaşên hatin kirin de ruyê qirêj yê şer hat nîqaşkirin û hat diyar kirin ku HPG’ê bi berpirsyariyek stratekîj pêngav avêtiye û divê hikûmeta Tirk jî pêngavê erênî bavêje. Her wiha stran hatin strîn, govend hatin geland. Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanê konê çareseriyê da. Ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Serokê BDP’a Gundikê Melê û endamê DOKH’ê axivîn.
“Di nava vê demê de tevgera leşkeriyê ji hewayî û bejayî didome. Hevalên me yên jin yên nobet girtin diyar kirin ku tevgera heronan zêdetir bû. Agahiyên me ji gundên nêzî herêma operasyonê girtine, hat diyar kirin ku tevgera leşkerî ya bejayî û hewayî, ewlehiya derbasbûna gerîlayan asteng dike. Herêma ku em lê ne, înşata qerekolê nîn e. Îrtîbata me li gundan didome. Parlamenter Nursel Adogan û Aylata Akat Ata hatine serdana kon û rojekê nobet girtine. Şaredara Nisêbinê û saziyên Nisêbînê nobet girtine. Meclisê jinan yên KCD û HDK’ê pêvajoya siyasî bi gel re nirxandine. Gelek saziyên sivîl kon ziyaret kirine. Konên me rastî eleqeyeke mezin a gelê herêmê û saziyên sivîl hatine. Divê ev pêvajo di demeke kurd de bigiheje ewlehiya makeqanûnî.”
Piştî axaftinan, koma Laleş derket ser dikê û gel govend geran. Heyeta KCD û HDK’ê piştî nobeta kon, îro dê biçin serdana malbatên Roboskê.