DOKH: Qadroyên AKP'ê tacîz û tecawizê dikin

DOKH: Qadroyên AKP'ê tacîz û tecawizê dikin

Endama DOKH'e Ayten Tekeş diyar kir ku, li Şirnexê jinek ciwan ji aliyê mele M.D. ve rastî destdirêjiyê hat û bi zimanekî tund rexne kir. Tekeş anî ziman ku, kadroyên AKP'ê destdirêjiyê dikin û xwest her kes sibê beşdarî rûniştina doza jina binavê H.O. ya li Dadgeha Cezayê Giran ya Şirnexê bibin.

Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) diyar kir ku, li Şirnexê meleyê bi navê M.D. li qursa Quranê ya li Mizgeftê dest dirêjî gelek jinên ciwan kirine. Têkildarî mijarê endamên DOKH'ê li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de parlementera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kibriye Evren, Berpirsyara Navenda Pirsgirêkên Jinan ya Amedê (DÝKASUM) Ayten Tekeş û gelek endamên DOKH'ê amade bûn. Tekeş bertek nîşanî bûyera tacîz û tecawizê da û ani ziman ku, kadroyên AKP'ê tecawizî jinên ciwan dike.

Tekeş anî ziman ku piştî ajansa DÎHA' nûçe çêkir û şûnde bûyera tecawiza AKP'ê derket holê û wiha got: "Jina 19 salî li Şirnexê ji 11 salî heta 18 salî rastî tecawiza mela hatiye. Melayê bi navê M. D.'ê tecawizî 30 ciwanên din kiriye û vê yekê bi rêk û pêk tîne. Gelo dê hêj tecawizî cend jinên din bike. Her roj bi bidehan jin rastî destdirêjiyê tên. Hemû ji aliyê kadroyên AKP'ê yên tecawizkar ve pêk tên. Hikûmeta AKP'ê di 10 salan de tecawzî ziman, nasname, çand û nirxên gel kir. Niha jî dest dirêjî jinên ciwan dike. Li Şirnexê jî meleyê kadro yê mizgeftê bi navê oldariyê û îslamê tecawizî jinên ciwan dike."

Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kibriye Evren jî bang tevlîbûna dûriştina dozê ya H.O. ku sibê li Dadgeha Cezayê Giran ya Şirnexê bê dîtin kir û xwest her kes beşdarî rûniştina dozê bibe. Evren, da zanîn ku ew dê endamên DOKH'ê tevlî dozê bibin.

ŞIRNEX

Rûniştina doza H.O. ku di nîsanê de li Şirnexê dema li rawestgehê sekinîbû ji aliyê 5 kesan ve bi zorê hate revandin û rastî destdirêjiyê hat dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran ya Şirnexê bê dîtin. Ji bo rûniştina dozê Navenda Piştevaniya Jinan ya Sitiya Zînê jî civîna çapemeniyê pêk anî û banga tevlêbûna dozê kir. Jinan diyar kirin ku dê sibê di demjimêr 08.00'an de li ber Şaredariya Cizîrê kom bibin biçin tevlî rûniştina dozê bibin.