DOKH: Li hemberî girtiyên jin pêkanînên zilmê tên kirin

DOKH: Li hemberî girtiyên jin pêkanînên zilmê tên kirin

Endamên DOKH'ê yên Amedê diyar kirin ku, AKP weke li hemberî hemû civakê li hemberî girtiyan jî pêkanînên dijmirovahî pêk tîne û li hemberî girtiyên jin yên siyasî û edlî pêkanînên zilmê tê meşandin.

Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê têkildarî pêkanînên li dijî girtiyên siyasî yên dijmirovahî li avahiya DÎKASUM'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê jinan Eylem Guldîken daxuyanî xwend û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ji bo pirsgirêka Kurd çareser neke hemû derfetên desthilatdariyê bikar tîne û wiha got:

"Bi awayekî hovane êrîş li jin, zarok, pîr, kal, akademîsyen, rojnameger, sendîkavanan dike. Bîrdoziya xwe tenê bi operasyonên siyasî û leşkerî na, bi zext û tirsê ji hemû civakê re dixwaze pêk bîne." Guldîken anî ziman ku, di serî de gelê Kurd û hemû civak di bin gefên hegemonyaya AKP'ê de ne û wiha axivî: "Tirkiye welatekî cudahiyane. Cudahî dewlemendî ye. Sembola li hevhatina civakê û qasidiya aştiyê ye. Lê ji bo hikûmeta AKP'ê cudahî tirs û şikestina ramana ezezî ye."

'TIŞTÊN LI POZANTIYÊ PÊK HATIN JI HIŞÊN MIROVAN NAYÊN JÊBIRIN'

Guldîken da zanîn ku, pirsgirêk bi operasyonên siyasî nayên çareserkirin û ev yek di nava 30 salan de hate dîtin û wiha pê de çû: "Bi înkar, zext û gefan tu maf nayên girtin û ev yek di nava hezaran salan de hate dîtin. Hikûmeta AKP'ê weke hemû derdorên civakî li hemberî girtiyan jî pêkanîn dijmirovahî pêk tîne. Têkoşîna girtîgehan di dîroka têkoşînê de sembole. Sembola biryarbûnê ye. Li hemberî girtiyên siyasî yên jin û girtiyên edlî pêkanînê zilmê tên meşandin."

Guldîken bal kişand ser bûyera tacîz û tecawizê ya Girtîgeha Pozantiyê û bûyerên şîdetê yên li hemberî rojnamegeran.