Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadiya Ocalan bixwazin, dê di 28'ê Tebaxê de li Amedê meşa "Ji Ocalan re Azadî" pêk bînin. DOKH'ê bang li hemû jinan kir û xwest di asta herî bilind de tevlî meş û mîtîngên wan bibin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) têkildarî meşa 28'ê Tebaşê ya bi hişyariya "Ji Ocalan re Azadî" ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadiya Ocalan bixwazin, daxuyaniyek nivîskî dan. DOKH'ê tekildarî meşa 28'ê Tebaxê ku li Amedê pêk bînin, bang li hemû jinên Amedî kir û xwest di asta herî jor de tevlî meşê bibin. DOKH'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, di vê pêvajoya berbanga şeveqê de dixwazin kurtan tune bikin û ew wikî jinan dê li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê di ber xwe bidin. DOKH'ê da zanîn ku, gelê Kurd û jina Kurd dê di nava hêzên modernîteya demokratîk ya Rojhilata Navîn de asta demokrasiya rastîn nîşan bikin.
DOKH'ê destnîşan kir ku, hikûmeta AKP'ê li dijî kurdan û jinên Kurd polîtîkayên lîncê û pêk tîne û dixwaze bi van polîtîkayên li dijî kurdan hewldana herêma tampon ya li dijî kurdên Sûriyê rewa bike.
BANGA "JI BO AZADIYA OCALAN DI BER XWE BIDIN'
DOKH'ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Bêyî ku pêşeroja Tirkiyeyê hêj tarîtir bibe, ji bo çareseriya demokratîk ya gelê Kurd, ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan divê hemû jinên Kurd rabin ser piyan û derkevin kolanan. Divê hemû jinên Kurd di çarçoveya Xwesertiya Demokratîk de di ber xwe bidin û têkoşîna azadiyê bimeşînin. Divê hemû jin ji bo meşa "Azadiya Ocalan" di asta herî jor de li qadan bin.