DOKH: Em xwedî li bîranîna hevalê derbikevin

DOKH: Em xwedî li bîranîna hevalê derbikevin

DOKH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Kader Ortakaya bûye semboleke ya berxwedana Kobanê ku bi Arîn Mîrxan bûye berxwedaneke destanî . DOHK’ê da zanîn ku ew ê hesabê komkujiyan bipirsin.

Tevgera Jinên Demokoratîkû Azad (DOKH) têkildarê bûyera qetilkirina Kader Ortakaya ku roja 6’ê mijdarê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate înfazkirin daxuyaniyek weşand.

DOHK’ê destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di şexsê Kobanê de bûye qada berxwedaneke bi heybet û bi bîr xist ku ev nêzî du mehan e ev berxwedana bêhempa berdewam dike. DOHK’ê da zanîn ku di şexsê şervanên jinên YPJ’ê de şoreşa jinan bûye xwedî naveke nû û mîladeke nû û got: “Dîrokê nîşanî me daye ku hêzên desthilat yên mîna AKP’ê her ku têk diçin êrîşkartir dibin û hovtir dibin. Di van pêvajoyan de destpêkê êrîşê jinan dikin, ji ber ku weke li Kobanê jî tê dîtin ku jin hêza pêşeng a şoreşê ye.”

DOKH’ê got: “Ev 25 roj in dilê hevala me Kader Ortakaya li Kobanê lê dixe. Hevala me Kader ku li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê di çalakiya nobetê de bû, roja 6’ê mijdarê ji aliyê leşkerên Tirk ve bi awayeke xwînwarî hatiyeqetilkirin. Çend roj beriya qetilkirina Ortakaya li ser sînor dîmenên leşker û çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hev re sohbet dikirin hatine weşandin. Faşîzma AKP’ê ya ku tu mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê nake her ku diçe têk diçe û weke ku tola xwe hilîne êrîşê berxwedana  rûmeta mirovahiyê ya Kobanê dike."

'EM XWEDÎ LI BÎRANÎNA HEVAL KADER DERBIKEVIN'

DOKH’ê di daxuyaniya xwe de cih da van gotinên Ortakaya: ''Şoreşa gel bi bizoteke biçûk dest pê dike û li ber her devê her lûleyekê agireke yê jiyanê heye. Xeyalên wiha bi rêwitiyên mezin dest pê dike. Çawa ku ew êrîşî cihekî ku me tovê azadiyê çandiye dikin, em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe vî cihê ku me tovê azadiyê lê çandiye biparêzin û em ê ji bo wê şer bikin. Em ê heta azadkirina wê derê têbikoşin û têkoşîna xwe bidomînin. Bila ew jî vê yekê bibînin"

DOKH’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Kader Ortakaya bûye sembolek a berxwedana Kobanê ku bi Arîn Mîrxan bûye berxwedaneke destanî . DOHK’ê da zanîn ku ew ê hesabê komkujiyan bipirsin û banga xwedîderketina li Ortakaya û berxwedana wê kir.

'EM Ê HESABÊ BIPIRSIN'

DOKH’ê diyar kir ku wê jin û yên ku ji bo mafên azadiyê têdikoşin û li ber xwe didin tu carî nêzîkatiyên wiha yên komkujiyê tu caran qebûl nekin û wê her tim têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî van êrîş û komkujiyên li dijî jinan xurt bikin û got ku ew ê hesabê van komkujiyan bipirsin.

DOKH’ê got: “Di serî de malbata heval Kader em sersaxiyê ji bo hemû gelê Kurd dixwazin û em li ber bîranîna hevalên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînin. ''