DOKH: Divê heyeta doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê

DOKH: Divê heyeta doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bal kişandin ser mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin û ji bo pêvajoya dîrokî ji dest neçe xwestin, demek berî demekê heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê.

Aktîvîstên DOKH'ê, ji bo balê bikşînin ser mercên girtîgehê yên dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Colemêrg Geverê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Çandê ya Mûsa Anter de, li gel Şaredara berê ya Geverê Rûken Yetîşkîn ku destpêkê hat girtin û piştî hat berdan Wezareta Karên Hundur ew ji wezîfeyê girt, gelek kes amade bûn.

Li ser navê jinên DOKH'î Leyla Baran daxuyanî da diyar kir ku di sala 2013'an de 13 girtî ji ber nehatine dermankirin ji mirinê re hatine hiştin û hînê 350 girtî û hikumxwar li hemberî nexweşiyên giran, li ber xwe didin.

Baran da xuyakirin ku aktorê herî girîng ê pêvajoya çareseriya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Birêz Ocalan ji ber ku zêdeyî 14 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî. Tevî van pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî, Birêz Ocalan hewl dide rêyên diyalog û çareseriyê vekirî bihêle. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewceye guhertinên destûra bingehîn û qanûnî bên kirin, gavên demokratîk bên avêtin. Divê hewldanên Ocalan ên ji bo avakirina aştiyê bên dîtin, mafê tenduristiyê bê naskirin, tecrîd bê rakirin, mercên heyî yên ragirtinê bên guhertin û ji bo roleke çalaktir di pêvajoyê de bileyze, li malekê bê ragirtin."

Baran diyar kir ku tenduristiya Ocalan xwedî girîngiyeke mezin e û ji bo ev pêvajoya dîrokî ji dest neçe, pêwîste heyeteke doktoran a serbixwe biçe Girava Îmraliyê û tenduristiya Ocalan kontrol bike û encamên wê bi raya giştî re parve bike.

Piştî daxuyaniyê jin bi tililiyan belav bûn.