Divê ku Fransa peyama antî- kurd betal bike - Sylvie Jan
Divê ku Fransa peyama antî- kurd betal bike - Sylvie Jan
Divê ku Fransa peyama antî- kurd betal bike - Sylvie Jan
Berpirsyara Neteweyî ya Tora Piştgiriya bi Kurdistanê re (PCF) Sylvie Jan di pêveka rojnameya Humanîte de bi nivîsa divê ku Fransa peymana antî- kurd betal bike weşand. Jan diyar kir ku li Fransayê piştî ku dostên me Sakîne, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin li Ewropa, Sûriye, Îrak, Kurdistan, Tirkiyeyê û li gelek bajaran çalakiyên mezin hatin li darxistin. Jan destnîşan kir ku di dema cenaze ketin Amedê rexmî barîkatan jî yek milyon mirov kombûn û lehiya mirovan çêbû; Sekreterê Navnetewî yê Partiya Komînîst yê Fransayê (PCF) jî cihê xwe dinav de girt.
Jan bi lêv dike ku li welatekî ku ev 30 sale şer tê meşandin de tu malbat nîne ku ne kuştin, girtigeh, îşkence, revandin, windakirin û girtin ne dîtî ne maye, çima evqas hêrs û hestiyarî?
Nivîsa Sylvie Jan ya ku hatiye weşandin wiha ye: “Bêguman tişta ku em jî hîs dikin ew e ku bêzariya xwe ya li hemberî barbarî û namerdiya bi reşandina guleyên li eniyan ketin nîşan bidin. Lê dema ku ev matmayî bûyîn hatiye jiyan kirin, tiştek din jî heye. Ev suc li Parîsê hat jiyan kirin. Gelo wê milîtanên kurd li tu derên cîhanê bi ewlehî jiyan nekin.? Yek yan gelek komkujî dikarin werin dîtin. Lê belê fermana vê sucê kê da.? Kurd dê bi dosyaya ku bi daxuyaniyek were girtin înka nebin. Her wiha em ê jî dest jê neberdîn. Divê pêvajoya qirêj de me bihîst ku hemwelatiya Fransa û Tirkiyeyê xwendekar Sevîl Sevimlî bi tehlîkeya 15 sal ceza re rû bi rûye. Bi nûçeyên ku dibêjin terorîst di 1’ê gulanê de beşdarî meşê bûye û bi rêxistinên radîkal re faliyet birêve biriye. Lê belê ev dosyayeke valeye ku hatiye amadekirin.”
Jan wiha pêde diçe: “Dê di 11’yê sibatê de li Parîsê milîtanên kurd bi endamtiya PKK’ê bên darizandin. Bi tecrîd û rîska girtinê re rû bi rûne. Ev bûyerên ku tu têkiliyên wan bi hev re tune ne, ev yek nîşandin ku peymanên hevkar yên polîsiye û dewleta Fransayê hene: Çawa çêdibe ku herdu dewlet. Yek rejîmekî totalîtere, ya din jî rejîma hiqûqê ye. Bi hev re hevkariya têkoşîna ‘Antî-terorîs’ dike.? Bi mehane kampanyayek bi fikrekî ku “Kurd terorin” tê meşandin. Di hemû nuçeyan de “PKK rêxistinek qedexeye” her tim tê binavkirin. Nêzîkatiya ku li hemberî kurdên cîranên me jî ku tê nîşandin wekî ku mirovên sucdarin. Mînaka vê yekê jî ku her tim bi ser komalên wan de digrin. Ji înfaza sê jinên siyasetmeder şûn de gelek komeleyan dan ber agir. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan ku bi çewsandine, ev gihîştiye Fransayê jî. Berpirsiyariyên giran yên Fransayê ye. Komeleyên kurdan û komînîstan têkiliya Fransayê û Tirkiyeyê ku ji bo ewlehiyê binav dikin, xwestin li ser erdnîgariya Fransayê bê dawî kirin. Kurd tenê di nav hêviya aştiyê de ne.”
Jan herî dawî wiha dibêje: “Divê Sevîm Sevîmlî demildest here dibistana xwe û cem malbata xwe. Li Tirkiyeyê jî demildest xwendekarên zanîgehê û yên liseyê, rojnameger, parêzeran û ên parlamenter serbest bên berdan. Ger aştî bê xwestin divê Ocalan bê azadkirin û PKK ji lîsteya Îterpolê bê derxistin. Komînîst ji bo piştgiriya mezin angaje bûne. Piştgirî bi hevnaskirinê dibe. Fîlma ku “Ez kurdim” di 15 sabatê de bê pêşandin”