‘Divê jinên Îzmîrî li Meydana Gundogduyê bin’

Jinên ji gelên cihê yên ku tevlî çalakiya nobetê ya HDP’ê ya li Îzmîrê bûn, bang kirin ku hemû jinên Îzmîrê tevlî çalakiya nobetê bibin.

Jinên Kurd, Çerkez, Tirk, Boşnak ên ku tevlî çalakiya nobetê ya Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê ya Îzmîrê Bûne gotin ji bilî berxwedanê rêyeke dî nîn e û çalakiya nobetê ji bo berxwedana li dijî faşîzmê zemîneke girîng e. Jinên Boşnak, Kurt, Tirk û Çerkez Semra Uzunok, Hayat Îzgu, Aynora Ermîş û Pervîn Rollas Ertem gotin ji bo demokrasî û yekîtiya gelan hemû jin bila roja Înê werin Meydana Gundogdu.

 ‘LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP’Ê JIN LI MEYDANA GUNDOGDU NE’

Semra Uzunok a Boşnak got tevlêbûna li nobeta ku li Meydana Gundogduyê didome wê li dijî bêdadmendiya dewletê bibe berxwedan.

Uzunok diyar kir roja Înê jin wê li Gundogduyê werin cem hev û bang li hemû jinên Îzmîrî kir.

 ‘JINÊN KU ÊN LI ÎZMÎRÊ BER BI QADÊ VE..’

Hayat Îzgu a Kurd ku tevlî çalakiya nobetê bûyî got, li Îzmîrê bi sed hezaran jinên Kurd hene û got divê jinên Kurd pêşengiya nobeta li Îzmîrê bikin. Îzgu got jinên Kurd divê bi hevgirtina bi hemû jinên Îzmîrê re werin Meydana Gundogduyê û got, ‘Em li benda hemû jinan in, bi taybetî jî roja Înê em li bendê ne ku werin qadê.’’

 ‘JINÊN TIRK DIVÊ TEVLÎ NOBETÊ BIBIN’

Aynora Ermîş a Tirk û Îzmîrî jî wiha got: ‘’Ez li malê nerûniştim û ez jina Tirk li dijî faşîzma li vî welatî ji hatim çalakiya nobetê û destekê didim. Ez dixwazim jinên Tirk tevlî çalakiya nobetê bibin û destekê bidine çalakiyê.’’

 ‘EZ JI BO AŞTÎ Û DADMENDIYÊ LI VIR IM’

Pervîn Rollas Ertem a Çerkez jî got  ji bo dadmendî û aştiyê adrêsa herî rast çalakiya nobetê ya HDP’ê ye û got bêyî ku cihêtiya nîjadî were kirin hemû jin divê tevlî nav çalakiya nobetê bibin û ev pir girîng e.