‘Divê jin karibin axa xwe biparêzin’
Alîkara Waliyê Silêmaniyê û parêzera mafên jinan Leyla Omer Alî got “Em hêzê ji jinên Rojava distînin. Heke şerek pêk were divê em jî karibin wekî wan axa we biparêzin.”
Alîkara Waliyê Silêmaniyê û parêzera mafên jinan Leyla Omer Alî got “Em hêzê ji jinên Rojava distînin. Heke şerek pêk were divê em jî karibin wekî wan axa we biparêzin.”
Alîkara Waliyê Silêmaniyê û parêzera mafên jinan Leyla Omer Alî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku jin xwedî gelek tecrubeyê ne, divê berxwedan û têkoşîna bidestxistina mafên xwe roj berî rojekê pêk bîne.
‘EM BI JINÊN ROJAVA SERBILIND IN’
Leyla Omer Alî got ku “Peyama min ji bo berxwedana jinan e. Tu aliyekî kêm ê jinan ji mêran tune, berevajî wê em xwedî gelek tecrubeyê ne. Peyama min ji bo pêkhatina berxwedan û têkoşîna mafên jinan e. Em bi jinên Rojava serbilind in. Ji ber ku feraseta ‘jin nikarin şer bikin’ hilweşandin. Jinan welatê xwe parastin û ji bo me bûn sedema serbilindiyê. Divê em feraseta ‘Civak li hemberî pêşketina jinê asteng e’ ji holê rakin. Divê em jin xwe bi pêş ve bibin û wekî jinên din ji guhertinan re amade bin. Em hêzê ji jinên Rojava distînin. Heke şerek pêk were divê em jî karibin wekî wan axa we biparêzin.
Ne di asteke bilind de jî jinên di nav YNK’ê de di siyasetê de cih digirin û di hikumetê de peywiran werdigirin.”