'Ditirsim li vir bimirim û êdî roja welatê xwe nebînim'

'Ditirsim li vir bimirim û êdî roja welatê xwe nebînim'

Girtîgeha Bakirkoyê - Girtiya bi navê Magdelena Martha Sussanna de Winnaar a ji Efrîkaya Başûr û niha di girtîgeha Tîpa L a Bakirkoy ya Stenbolê de tê ragirtin, bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Piştî ku laşê wê werimî, destpêkê gotin enfeksîyon, lê pitşre jî aşkere bû ku pençeşêr e. Magdelena dibêje: “Ditirsim li vir bimirim û êdî roja welatê xwe nebînim.”

Li girtîgehên Tirkan mafên dermankirinê yên girtiyên nexweş ji wan tê girtin. Mexdûra dawî ya vê yekê jî girtiya ji Efrîkaya Başûr Magdelena ye. Magdelena ji ber werimîna laşê wê gelek caran birin tewawiyê, lê bijîkan ew guhdar nekir, bi saetan di wesayîta rîngê de ma, di dawiyê de jî bi nexweşiya pençeşêrê ket.

Min cara destpêkê Magdelenayê dema dibirin nexweşxaneyê dît. Di nava jinên destê wan kelepçekirî de bû, navên wan dixwendin û dibirin, werimîna stûyê wê û awirên wê bala min kişand. Gava kes çûm ba wê min jêre got çi yê wê heye, got ku ew niznane û got; “Nikarim nefes bistînin û xwarin bixwim”.

Piştre em li heman rîngê siwar bûn û vê yekê rê li ber sohbeta me vekir. Gava min jêre got ez rojnamevan im, got, “Bi rastî?” û dest bi vegotina çîroak xwe kir.

Magdelena ji spiyên ji Efrîkaya Başûr e, gava li balefirgehê madeyên hişber pêre hat girtin, hatiye girtin û li bendê ye ku wê bişînin welatê wê.

PIŞTRE ÇI BÛ? Ka em vê yekê ji Magdelenayê bi xwe hîn bibin:

“Ji ber ku min bi Tirkî nedizanî, gelek zor bû. Di rewşên wiha de kesek dengê mirov nabihîse, an jî naxwazin bibîhisin. Ji mijdara 2011 ve nexweş im, werimîna li bin çengên min, xwe li dor stûyê min dan der. Min gelek caran daxwazname nivîsand û israr kir, piştre carek min şandin revîreya girtîgehê. Bijîşk xanimê hin derman dan min û diyar kir ku divê bişînin nexweşxaneyê. Piştî demek dirêj min şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê. Li wir kontrol kirin, lê der barê encamê de tu tiştek negotin. Piştre her ku çû werimîna stûyê min mezintir bû. Piştre min daxwazname nivîsand û piştî 2 mehan min şandin. Mînakên xwînê girtin û vê carê jî encamê ji min re negotin. Pirsgirêk wiha berdewam kir û stûyê min her ku çû zêdetir werimî. Min êdî nedikarî pariyek xwarin bixwim. Di encama zextên zêde ya qawişa jinên biyanî ya 8-A de min şandin revîreyê. Piştre dîsa şandin nexweşxaneyê, vê carê jî gotin enfeksiyon e.

KONSOLOS QET ELEQEDER NEBÛ!

Ez di 25’ê adarê de çûm dadgehê. Min rewşa xwe ji dadger re got. Ji revîreyê rapor xwest, dîsa êşa revîreyê dest pê kir. Min faksek ji konsolosa Efrîakaya Başûr re şand. Hatin lê qet eleqeder nebûn. Xwe negihandin xizmên min jî û her ku çû rewşa min xirabtir bû. Di nîsanê de dîsa çû nexweşxaneyê. Gotin bijîşk tune ye, bi saetan li ber derî mam, dîsa min anîn. Ez êdî nikarim li ber xwe bidim.”

Magdelena ji ber werimîna stûyê xwe nikare êdî derdê xwe jî bibêje. Gava me wê piştî 9 rojan bir nexweşxaneya Samatyayê gotin bijîşk tune û bi saetan di wesayîtê de ma, paşê vegerandin girtîgehê.

Min demek dirêj ji Magdelenayê tu agahî negirt. Piştre min zanî ku Magdelenaya ji welatê xwe dûr û ji bo pêwîstiyên xwe di girtîgehê de karê paqijiyê dike, di Nexweşxaneya Samatyayê de hatiye razandin. Gava min herî dawî wê li korîdora nexweşxaneyê dît, porê wê yê zer û dirêj hatibû birîn. Magdelena diyar kir ku ew Ii nexweşiya pençeşêrê ketiye.