Dînler a 72 salî duh hate girtin, hate berdan

Fatma Dînler a duh dema ku piştî dengê xwe li Dêrikê bikaranî û şûnde hatibû girtin, hate berdan.

Jina bi navê Fatma Dînler ji ber çalakî û aktivîteyên cihê ku di derbarê wê de doza bi îdîaya ‘Muxalefetî li dijî qanûna xwepêşandan û civînan kiriye’ hatiye vekirin, piştî bikaranîna dengê xwe hatibû destgîrkirin. Hate ragihandin ku Dînler a 10 meh cezayê wê yê girtîgehê heye, hate girtin û şandin girtîgehê.

Fatma Dînler a cezayê wê hate vegerandina pere, hate berdan. Hate zanîn ku nexweşiya şekir, dil û tansyonê ya Dînler heye.