Dîlan ji ber wêneyên Newrozê hate girtin

Dîlan ji ber wêneyên Newrozê hate girtin

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan dibêje ku PKK zarokên ji perwerdeyê dike, lê bi sedan zarokên Kurd ên ku temenê wan ji 18 saliyê biçûktir in, bi hincetên pûç û vala di girtîgehan de ne û dibistanên wan di nîvî de mane. Xwendekara Kurd a pola sêyemîn a dibistana amadeyî Dîlan Tekîn jî yek van zarokan e.

Dîlan Tekîn ji ber çend wêneyên di pîrozbahiyên Newroz û 1’ê Gulanê ya 2011 de kişandibû û ji ber çend pûşiyên di mala wê hatin dîtin, hate girtin û ev 50 roj in di Girtîgeha Sergirtî ya Bakirkoy a Jinan de tê ragirtin.

TU LI DIBISTANÊ JÎ BÎ, ÇALAKÎ YE

Dîlan Tekîn roje di bin çavan de ma û li gel du ciwanên ku temenê wan ji 18 salî kêmtir bû, ew birin edliyeya Çaglayanê. Her çendî dadgehê piştrast kir ku roja 19’ê nîsana 2011 li dibistanê bûn jî, lê hat diyarkirin ku beşdarî meşa protestoya vetoya YSK’ê bûye û jina bi navê Ç.A. ku Dîlanê qet navê wê nebihîstiye, gotiye “beşdarî çalakiyê bûye” û hin wêne yên bi pûşiyan ve ku ji bo bîranînê di 1’ê Gulanê de kişandiye, ew weke endama PKK’ê nîşan dan.

27 ROJ TECRÎD, 2 SAET HEWASTANDIN

Dîlan Tekîn 19’ê îlona 2012 anîn Girtîgeha Sergirtî ya Bakirkoy a Jinan û wiha behsa zextên li wê hatin kirin kir: “Min avêtin hucreyek 6 gavî û yekkesî. Ez destpêkê tenê bûm. Pir ditirsiyam. Piştre jinek biçûk a ku 8.5 meh bûn ducanî bû anîn gel min. Rojê tenê du saeta em diçûn hewastandinê. Gava em li hemberî vê yekê derdiketin ji me re digotin ‘qûral wiha ne’. Jina li gel min her tim jan diket laşê wê. Tu kes nedihat û pêre eleqeder nedibû. Ez di nava fikaran de bûm ku dibe di her kêliyekê de zarok bîne. Em 27 rojan di vir de man.

TU PSÎKOLOG Î AN JÎ POLÎS Î?

Dîlan got: “Ez 15’yê cotmehê bûm 18 salî. Beriya min bibin qawişê, min birin gel psîkolog. Gava ku min bihîst ku ez ê biçim Bloka B ku girtiyên ji doza KCK û PKK’ê tê de ne, ji min re got ku ger tu bixwaz em te bişînin cem yên qawişa girtiyên serxwebûnê. Min jî got ku ji ber ku ez nizanim yên serxwebûnê çi ne, ez dixwazim biçim ba yên siyasî. Psîkologê ji min re got ‘ew jî siyasî ne’ û xwest weke polîsan berê min bide wir.”

Tekîn 50 roj in girtîgehê ye û nizane îdîaname dê kengî derbikeve. Dîlan Tekîn dibêje: “Polîsan ji min re got ku rêxistin naxwaze we bide xwendin. Lê ne rêxistinê, dewletê min ji perwerdeya min kir. Ya ku min ji malbata min kir, ez 27 rojan di hucreyê de hiştim dewlet e. Wê demê madem weke ku ew dibêjin em zarok pêşeroja welat in, çi karê me di girtîgehan de heye.”