Di van rojên şewbê de newekheviya di navbera jin û mêran zêde bû

Ji ber ku jin zêdetir di nav sektora tendirustî û marketan de ne, pispor diyar dikin ku di van rojên şewbê de herî zêde barê wan giran bûye û jinên din jî ji ber karên malê li malê nikarin bixebitin.

Tê diyarkirin ku li gelek welatan jiyana civakî û xebatê ji ber şewbê serobin bûye û ev şewb herî zêde tesîra xwe li ser jinan dike. Di têkoşînê de ya li dijî şewbê herî zêde jin di sektora tendirustiyê de dixebitin û herî zêde li ser jinan cihêkarî tê kirin.

Di heman demê de li marketan jî herî zêde jin dixebitin. Li Elmanyayê ji sedî 68’ê xebatkaran jin in. Jin him meaşekî kêm distînin û di nav karên malê de jî bêtir barê wan giran dibe.

Serokê Navenda Zanyariya Civakî ya Berlînê civaknas Jûtta Allmendînger diyar kir ku di van rojên şewbê de rewşa jinan gelekî xerab e. Allmendînger got ku “Ev rewş wê bandoreke neyînî li ser xweseriya ekonomîk a jinan bike. Di pergala xebatê de li malê jî herî zêde jin dibin mexdûr. Ji ber ku zarok bêtir bi dêya xwe ve girêdayî ne, jin li gorî mêran nikarin ji malê bixebitin.”

Pispor Monîka Schnîtzerê jî diyar dike ku wekheviya di navbera jin û mêran de xerab dibe û got ku “Li Elmanyayê wekî ku bi tenê mêr li dijî şewbê têdikoşin. Bi tenê vîrologên mêr diaxivin. Jixwe şefên Enstîtuya Robert Koch jî mêr in. Kêm caran li fikrên jinan tê pirsîn.”