ÛTAMARA , her sal hevdîtina keskesora nav çandan li dar dixe û îsal jî di 3’yê pûşperê de tê lidarxistin.
Çalakiya ji bo bîranîna gerîlaya Alman Ûta Schneiderbanger û gerîlaya Tirk Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ên ku di sala 2005 de li Başûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, her sal tê lidarxistin. Dê Koma Zerdeştê Kal û Avesta, Komedyen Kewê, Hozan Sosin, Eylem jî beşdarî çalakiyê bibin. Her wiha dê resam Gabrielle Grewe jî pêşangehek vebike.
Her wiha, dê ji bo zarokan jî konek otantîk bê danîn. Dê zarok derbikevin ser dikê û dansên gelan bileyîzin û ji bo mezinan jî dê pêşbazî bê lidarxistin.